10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû

  • rojane
  • 09:17 14 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED – Hevserokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş ku 10 salan di Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an de ma, anî ziman ku ji îşkenceya fizîkî wêdetir ya herî giran, bêhna xwînê û olana qîrînan bû. Bariş ji bo gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "em ê bikin navenda çandê" jî bi lêv kir ku divê mexdûr û şêniyên bajêr derbarê girtîgehê de biryarê bidin. 

Yek ji cihwarên di dema 12'ê Îlonê de hê jî di bîra mirovan de ye, Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an e. Ji ber tahdeya li vir a li hemberî girtiyên polîtîk, navê wê li seranserê cîhanê belav bûbû. Nexasim jî li vir girtiyên ji doza PKK'ê bi awayekî dijwar hatibûn îşkencekirin. 
 
Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê yên serpel Esat Oktay Yildiran, bedena xwe da ber agir. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî gotin "Em peyrewên Mazlûm in" û wan jî bedenên xwe dan ber agir. Piştî vê di 14' Tîrmeha 1982'yan de girtiyan çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, li hêwana dadgehê rojiya mirinê ragihand û paşê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz daxilî nav rojiya mirinê bûn. Di roja 53'yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojia mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hevserokê Komeleya 78'an a Şaxa Amedê Huseyîn Bariş ku di Girtîgeha Jimare 5'an de maye, îşkenceyên wê demê yên li girtîgehê wiha xulase kir: "Em bi wehşeteke mezin re rû bi rû bûn." 
 
10 SALÊN LI JIMARE 5'AN 
 
Bariş, gava li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Midûrê Şaxa Çandiniyê bûye, di 16'ê Gulana 1981'ê de FErmandarê Qomandoya Cendirmeyan a Bolûyê Eşref Bîtlîsî hatiye herêmê û wê çaxm ew hatiye binçavkirin. Bariş ku li Bolû û Mêrdînê du mehan hatiye îşkencekirin, paşê wî anîne Amedê û li wir hatiye girtin û wî xistine Girtîgeha Jimare 5'an. Bariş, 10 salan di girtîgehê de maye û bûye şahidê wehşeta li girtîgehê. 
 
BÊHNA XWÎNÊ Û OLANA QÎRÎNAN 
 
Bariş, bilêv kir ku îşkence li têketina girtîgehê dest pê kiriye û heya wî birine hucreyê bi copên eskerên li çep rastê korîdorê hatine rêzkirin hatiye derbkirin. Bariş bi van gotinan behsa wehşeta li girtîgehê kir: "Em di nav xwînê de bûn û me bi vî awayî xistin hucreyê. Wekî em hatibin cîhaneke cuda. Ji hilcoya filîstînê bigire heya bi îşkenceya ceryanê... em li erdê kaş dikirin û ava şid li me dikirin. Çi di destê me de hebû, hemû ji me stendibûn. Tenê kincek li ser min hebû. Bi vî awayî ez xistim hucreya 36'an û ji sibehê heya êvarî ez îşkence kirim. Digotin, 'heger hûn li gor pîvanan tevnegerin, dê cenazeyê we ji vir derkeve.' Li hewadariyê bazdan li me ferz dikirin, Sirûda Mehterê bi me didan gotin û jiberkirin. Xwarin tuen bû û her kes birçî bû. 13 nan tenê didan qawîşeke 130 kesî." 
 
Bariş, bilêv kir ku a ji îşkenceyê girantir û wêdetir jî bêhan xwînê û olana qîrînan bû. 
 
Bariş, diyar kir ku ji ber ku girtiyên edlî jî anîbûn cem ên polîtîk, li erdê li ser kêlekê radiketin. Bariş, anî ziman ku gava Co, kûçikê Esat Oktay dihat qawîşê, rabûna ser pêyan li wan ferz dikirin û bi vî awayî dihat xwestin rûmeta wan bê eciqandin. Bariş, bilêv kir ku gelek hevalên wî li girtîgehê mirine û yên hatine berdan jî ji ber îşkenceyê li derve jiyana xwe ji dest dane. 
 
‘100 SAL JÎ DI SER RE DERBAS BIBE DÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN' 
 
Bariş got: "Ew tişt nayên jibîrkirin. Çi qasî bê nivîsandin bila bê nivîsandin, pirtûk têra tiştên hatine serê me nakin. Hewildan hemû hucreyên me, manewiyata me, ruhê me, hişê me perçe perçe bikin. Belê hin kes teslîm bûn, hin kes îxanet kirin, lê gelek hevalên me yên leheng jî rûmeta xwe, şexsiyeta xwe parastin. Hevalên me yên ku serî netewandin, jiyana xwe ji dest dan. Ew, lehengên azadiyê bûn. Lewma têkoşîna wan ji bo me bû mînak." 
 
Bariş ku got "100 sal jî di ser re derbas bibe dê ev zilm neyê jibîrkirin", anî ziman ku gava ew kêlî tên bîra wî, wekî ku ew roj cardin xwe lê girtibin. Bariş got: "Wê demê em bi pêkanînên dijî mirovahiyê re rû bi rû man. Dar û pel nedihejiyan. Lê rastiyeke me hebû. Em bi vîn û têkoşîna mezin a ku hevalên me ji me re hiştin derketin." 
 
‘NIHA POLÎTÎKAYEKE CUDA DI DEWRÊ DE YE' 
 
Bariş, bilêv kir ku li gor wê çaxê niha polîtîkayeke cuda di dewrê de ye û civak bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. 
 
BAriş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Neteweyên Yekbûyî jî wî wekî pêşengekî qebûl kir. Lê belê bi salan e li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Girtî, di grevên birçîbûnê de dihelin. Ev qanûn ne di qanûnên Tirkiyeyê ne jî di yên welatên din de hene. Bi salan e nikare hevdîtinê bi malbata xwe re bike û mafên wî esas nayên girtin. Ev di tu qanûnê de tune ye. DIxwazin gelan bera hev bidin. Îro ro Tirkiye veguheriye girtîgeheke nîvvekirî. Li malê, li derve gava tu bi kurdî diaxivî, tu tê kuştin." 
 
‘BILA KESÊN WÊ DEMÊ BIRYARÊ BIDIN' 
 
Bariş, bertek nîşanî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan jî dan ku di serdana xwe ya Amedê de gotibû dê Girtîgeha Amedê veguherînin navendeke çandê. Bariş, bilêv kir ku bi salan e dibêjin bila girtîgeh bibe muze û ji bo vê serî li Serokkomartiyê û Wezareta Dadê dane. 
 
Bariş got: "Dê navendeke çandê ya li gor xeta AKP-MHP'ê bê çêkirin. Ne mimkun e ku MHP û AKP, wê derê bikin muze. Qîrînên kesên li wir hatin îşkencekirin, kesên li wir jiyana xwe ji dest dan, zilma li malbata hat kirin... divê ew biryar bidin ji bo muzeyê. Em qebûl nakin ku ew der bibe navendeke çandê. Hemû hûrguliyên wê girtîgehê, korîdor, pencere û hesinên wê hemû şahidê îşkenceya eskeran e. Divê ev gel û kesên wê demê ev tişt hatin serê wan biryara muzeyê bidin. Em qebûl nakin ku li gor xwe navendeke çandê ava bikin. Divê xwedî wijdan û ehlaq bin." 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

14/07/2021
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide