Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?

  • rojane
  • 10:21 13 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat, diyar kir ku li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene. 

Di ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir de 9 sal derbas bûn. Heta niha şoreşê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê û herêmê kiriye û gelek nirxandin li serê hatine kirine. Bi nirxandinan re gelek planên têkbirinê jî li ser hatine kirin. Rexmî hin planên ku ketine meriyetê jî Şoreşa Rojava didome û roj bi roj xurtir dibe û bi pêş ve diçe. Di vê pêvajoya ku salvegera şoreşê nêz dibe de me xwe gihand Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat û pê re li ser pergala edaletê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeyvîn kir. Berekat, da zanîn ku wan piştî hilweşandina Rejîma Baasê dest pê avakirina pergala xwe ya edaletê kirine û destpêkê bi navê dadên gel dad li dar xistine.
 
Berekat, destnîşan kir ku di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encûmena Edaletê ku 13 endaman pêk tê hatiye avakirin û wiha got: “Encûmena Edaletê, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopînê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene.Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji her kesî re vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de."  
 
RIMA BEREKAT
 
Berî ku em derbasî pirsên ku me kirine û bersivên ku Berekat dane dixwazin bi çend hevokan Berekat bidin nasîn. Berekat ji Efrînê ye û li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji dayik bûye. Li Helebê zanîngeha hiqûqê xwendiye. Bi destpêka Şoreşa Rojava re derbasî Efrînê bûye û di nav saziyên edaletê de cih girtiye. Piştî dagirkirina Efrînê derbasî Herêma Cizîrê dibe û niha Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. 
 
Pirsên ku me Berekat kirine û bersivên ku wê dane wiha ne;
 
Destpêkê em bi hilweşandina pergala edaletê ya Rejîma Baasê dest pê bikin. Weke Rêveberiya Xweser we xwe çawa ji pergala edaletê ya Rejîma Baasê rizgar kir?
 
Destpêka Şoreşê Rojava hemû saziyên Rêjîmê hilweşİyan û karmendê wê reviyan. Ji ber vê di her aliyê jiyanî de valabûnek derket. Ji ber ku dema şoreşê û şer pirsgirêk pir bûn, bi navê dadên gel me dad li dar xistin. Ev dad cihê dadên Rêjîmê têje kirin. Her kesî berê xwe da van dadên nû hatibûn avakirin. 
 
Bi hejmarek parêzer û kesên hiqûqnas rêveberiya dozgeriyê hat avakirin. Li kêlekê jî saziya asayîşê hat avakirin ku bi rêveberiya dozgeriyê kar dikir. Dîsa ji bo pêkanîna cezayê ku ji dadê derdikevin li kêleka van girtîgeh jî hatin avakirin. Di heman demê de qomîteyên silhê jî hatin avakirin. Ji bo ku di dozên sivîl de pisgirêkan çareser bike pergala me ya dadmendî şûna tevahiya pergala Rêjîmê girt. Bi pêşketina şoreşê re pergala me jî bi pêş ket. 
 
Me pergala jûrî ji pergala angloseksonî girt û me qanûnên sivîl jî ji pergala fransî û Sûriyeyê girt. Hin tişt jî me ji qanûnên Misrê girt. Lê me her tiştî jî li gorî felsefeya edaleta civakî girt.
 
Heta niha qala gelek aliyên Şoreja Rojava hatiye kirin lê bes kêm qala aliyê edaletê tê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke çawa ya edaletê hatiye avakirin?
 
Ji ber ku me felsefeya xwe ya edaleta civakî ji felsefeya netewa demokratîk ava kir, pergala me ya edaletê bi Şoreşa Rojava re gav bi gav bi pêş ket. Destpêkê me navê dada gel bi kar anî, lê bi pêşketina şoreşê û xwesteka gel re me dîwanên edaletê ava kirin. Biryara edlî ji heyetek ji 3 kesan tê avakirin. Ji bo biryargirtinê de bibin hevpar gel bi rêya platform, jûrî û qomîteyên weke dayikên aştiyê, malên jin û hin qomîteyên karmendan tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn. 
 
Gelek welat dema ku pergala xwe ya hiqûqê saz dikin hin pergalên li gorî xwe pêşketî esas digirin. We jî weke pergal, pergaleke hiqûqê ya welatên ku ji xwe re esas girtî ye heye? Heke hebe ev kîjan welat an welat in? Heke nebe we li gorî çi pergala xwe saz kiriye?
 
Em ji fikrên qanûnî yên tevahiya cîhanê re vekirî ne û dixwazin ji pergalên dadmendî yê cîhanê sûd werbigirin. Weke mînak; me pergala jûrî ji pergala angloseksonî girt û me qanûnên sivîl jî ji pergala fransî û Sûriyeyê girt. Hin tişt jî me ji qanûnên Misrê girt. Lê me her tiştî jî li gorî felsefeya edaleta civakî girt. Ev fikrên qanûnî hev temam dikin.
 
Rêxistinbûna îdarî ya sazî û dezgehên edaletê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çi rengî ye?
 
Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encûmena Edaletê hatiye avakirin. Ev encûmen ji 13 endaman pêk tê. Ev endam jî ji aliyê herêman ve tên hilpijartin. Pergala hevserokatiyê tê meşandin. Kota jinan ji sedî 50’î ye. Encûmen, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopînê. Hejmara endaman li gorî pêwistî û hejmara dîwanên edaletê tên hilpijartin. Ev jî karê dîwanên edaletê û qomîteyên silh û malêm jinan bi rêxistin dikin. Li kêleka wê jî Akademiya Edaleta Civakî ya Mezopotamyayê heye. Ev jî karê ew e ku kadroyên edaletê perwerde bike.
 
 
Li herêma me Encûmena Jinê ya Edaletê heye lê ne wek dadgehên jin kar dikin. Ew rewşa jinên li saziyên edaletê bi rêxistin dikin û amadekariya qanûnên têkildarî jin, malbat û hiqûqa jinê dikin.
 
Gelo li tevahiya navçe û bajarên herêmê dadgeh ango saziyen darizandinê hene, mirov dikarin li her dera herêmê bên darizandin? Li herêmê çend cure dadgeh hene?
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê hene. 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene. Ev dozgerî ji Dêrikê bigire heya Şehba û Helebê li hemû bajaran belav kirîne. Ji bo herkes bikaribe xwe bigihînê pergala me ya edaletê û doza xwe çareser bikê, li kêlekan van dozgeriyan bi dehan malên jinan û qomîteyên silhê belav kirine.
 
Şertekî bingehîn ê hiqûqê yê wiha heye; edaleta derengmayî ne edalet e. Li gelek welatan ev şert tê binpêkirin. Li herêma we ji asta destpêkê heta asta dawî darizandina kesekî di çi qas demê de pêk tê?
 
Felsefeya me di cih de çareserkirina pirsgirêkan esas digire; hejmarek mezin dozên me di demeke pir kurt de di komîteyên silhê û malên jinan de tên çareserkirin. Lê pergala me di şert û zerfê şer de xwe bi cih dikê û xwe bi pêş dixê. Di derfetên heyî de em pergala xwe bi pêş dixin.
 
Ji ber ku her dozek cudabûna wê heye, ji destpêkê heta asta dawî em nikarin bibêjin ku wê evqas dem bigire. Weke mînak; dozên girêdayî erdan, kuştin û bazirganîya heşîşê belim nêzî salikê berdewam dike. Ji ber ku pir kar di wan de tên kirin.
 
Li piraniya welatan dadger û dozger bi tehsîlê tên diyarkirin. Di pergala we de dadger û dozger çawa tên diyarkirin. Şertên ji bo qebûlkirina wan çi ne? 
 
Piraniya dadger û dozgerên me li zanîngehê qanûn xwendine û dîploma xwe girtine. Lê bi gîştî li Akademiya Edaleta Civakî perwerde dîtinê û gorî nirxên şoreşê kesayeta xwe bi pêş xistine.
 
Bi qasî ku me şopand li herêma we dadgehên jinan jî hene. Hûn dikarin hinek qala van dadgehan bikin. Tenê jin li van dadgehan tên darizandin an kesên ku li dijî jinan sûc kirine li van dadgehan tên darizandin?
 
Li herêma me Encûmena Jinê ya Edaletê heye lê ne wek dadgehên jin kar dikin. Ew rewşa jinên li saziyên edaletê bi rêxistin dikin û amadekariya qanûnên têkildarî jin, malbat û hiqûqa jinê dikin. Di dozên ku jin têde ne nêrîn didin.
 
 
Tişta ku di doza Emîn Îsa de bû binpêkirina qanûn û usûlê bû. Kesên ku di vê dozê de qanûn bin pê kirine ketinê ber lêpirsînê û wê cezayê xwe jî li gorî qanûnan bikişînin.
 
Ji ber mirina di bin çavan de ya Endamê PDK-S’ê Îsa Emîn ji aliyê hin derdoran ve rexne li rêbaz û dema binçavkirinê ya li herêma we hatin kirin. Li herêmê biryara binçavkirina kesekî çawa tê dayîn û herî zêde çend rojan di bin çavan de dimîne?
 
Biryara binçavkirina kesan li dozgerîyê tê dayîn û li gorî qanûnan tê bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesekî herî zêde 48 saetan di bin çavan de dimîne. Piştî 48 saetan binçavkirî derdikeve dozgerîyê. Ji bo karê lêpirsîn û angaştê jî kesek herî zêde mehek girtî dimîne. Di sûcên herî giran de jî kesekî beriya ku bê dadgehê zêdetirî heyvekê di lêpirsîna asayîş û dozgerîyê de dimînê. 
 
Tişta ku di doza Emîn Îsa de bû binpêkirina qanûn û usûlê bû. Dirêjkirina dema girtinê hişmendiya ji Pergala Baasê ya Sûriyeyê mayî ye.  Ev jî pêwistiya xebat û tekoşîna hiqûqê ya ji bo pêşxistina pergala me ya hiqûq û zagonê didê dîyarkirin. Lê belê kesên ku di vê dozê de qanûn bin pê kirine ketinê ber lêpirsînê û wê cezayê xwe jî li gorî qanûnan bikişînin.
 
Di dewletan de betir dad dewletê diparêze û ji ber ku karmendê dewletê ne dozger û dadger jî alîgirê dewletê ne. Lê parêzer bêtir serbixwe ne. Li Rêveberiya Xweser rewş çawa ye?
 
Di Rêveberîya Xweser de her du baskên edaletê dadger û dozger û parêzer nirx û destkeftiyên şoreş û civakê diparêzin. Her du mil bi hevra pergala edaletê bi pêş dixin.
 
 
Ji ber ku hê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn nehatine avakirin, hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. 
 
Dema ku hiquqa we ya hundir bêencam bimîne welatiyên we seri li kuderê didin?
 
Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji her kesî re vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Ji ber ku hê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn nehatine avakirin, hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de. 
 
Herî dawî em dixwazin hûn ji me re qala pêşxistina pergala xwe bikin. Ji bo pêşxistin û xurtkirina pergala xwe ya edaletê hûn xebatên bi çi rengî dikin?
 
 Em pergala xwe li gorî pîvanê navneteweyî bi perwerdê bi pêş dixin. Ji bo yekkirina di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em li ser zagonên xwe jî xebat dikin. Ji bo qanûnên modern û li pêş; me saziya xwe ya texture ya edlî ava kiriye û laboratôara xwe ya qrîmînal jî ava dikin. 
 
MA / Kadrî Esen
 

Sernavên din

14/07/2021
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide