NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 404 kesên din jî pê ketin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24'ê saetên dawî de 222 hezar û 68 test hatine kirin û 5 hezar û 404 kesên din jî pê ketine. 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine.
Di 24 saetên dawî de 855 hezar û 308 kesên din jî doza yekemîn, duyemîn û sêyemîn a derziya Covîd-19'ê li xwe xistine.