Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin

  • rojane
  • 14:16 12 Tîrmeh 2021
  • |
img
AMED - 160 rewşenbîr û nivîskarên kurd êrişa ser Herema Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li dijî kesên ji yekitiyê re dibin asteng derkevin û bang kirin ku herkes li dijî êrişan bibe xwedî helwest. 
 
Rewşenbîr û nivîskarên kurd, têkildarî geşedanên li Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya ku nivîskar tevlî bûn, 160 rewşenbîr û nivîskaran îmze avêt. Daxuyaniya hevpar rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Kanî xwend. Kanî, diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de, ji bo civakbûn û pêşketina mirovahiyê roleke sereke lîstiye û wiha got: “Bêguman, gelê kurd bi sed salan e jî ji bo rûmet, hebûn û xwebûna xwe ya azad ji her milî ve, bi vîn, bîr û baweriyeke mezin li ber xwe dide û têkoşîna xwe dimeşîne. Di encamê da gelek serkeftin bi dest xistine.”
 
‘DÎROK KESÊN LI PÊŞ YEKITIYÊ DIBIN ASTENG EFÛ NAKE’
 
Kanî, da zanîn ku êrîş û armanca ji holê rakirina destkeftiyên kurd a desthilatdaran tu carî kêm nebûye û wiha axivî: “Dagirker di van êrîşan da herî zêde ji parçebûna kurdan hêzê digirin. Yekîtiyeke azad a kurdan hebûya kurd niha ji mêj ve dê bi ser biketana û yekîtiya xwe ava bikirina. Kîjan alîyê kurdan, bo berjewendiyên xwe yên takekesî, malbatî û rêxistinî li ber yekîtiya kurdan bibin asteng; dê dîrok wan efû neke. Mînaka herî dawiyê rewşa başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Wek tê zanîn dewleta dagîrker van heyamên dawiyê êrîşa xwe ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê derxistiye asta herî jor.”
 
‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN RÊYEKÎ BIBÎNIN’
 
Kanî, bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdan û wiha berdewam kir: “Em wek rewşenbîr û nivîskarên her çar parçeyan bi awayekî zelal bang û gazî dikin ku bila hemû sazî, dezge, partî, rêxistin, malbat û hemû kurd demildest li gel hev rûnên û bi hev ra rêyek li hember êrişan bibînin. Bila êdî tu kes li hember yekîtiya kurdan nebin asteng û yên ku bibin asteng jî bi her awayî li hember dîroka vî welatî dê berpirsyar bin û em jî bi ferasetek netewî dê li hember wan derkevin. Bi rastî jî divê em kurd, li şûna kîna li hemberî hev, li dijî dagirkeriyê û komkujiya kurdan têbikoşin û astengiyên li ber yekîtiya neteweyî ya kurdan ji holê rakin. Ji bo yekîtî û azadiya kurdan bikevin nava hewildanê.”
 
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN
 
Kanî, bang li hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sazî û dezgehên sivîl ên kurdan kir ku bi ziman û sekneke zelal li dijî dagîrkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û ji dagîrkerîya hovane ra bêdeng nemînin. Kanî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li ser vê bingehê, em jî hemû erîş û neyartiyên li ser başûr û rojavayê  Kurdistanê û hemû kurdan şermezar dikin û dibêjin, dem dema yekîtiya kurdan e. Gelê kurd ê azadîxwaz dê heta dawiyê, bi ruhê yekîtiyê li ber xwe bide, li her qadê têkoşîna xwe mezin bike û bi ser bikeve. Serkeftin a gelê kurd e.”
 
Navên 160 rewşenbîr û nivîskaran wiha ye: Abdullah Ayav, Abdulhemid Mendani, Abdullah Yavuz, Adalet Kaya, Almast Hsoyan, Ahmed Kanî, Ahmet Çavli, Ahmet Çelik, A. Avesta Aydın, Amed Tîgrîs, Ayhan Demir, Avjen Argeş, Azad Zal, Aynur Gönül, Bahaddin Robar, Bawer Berşev, Birgül Çağırıcı, Cahide Harputlu, Cemal Xinzor, Cemal Babaoglu, Cevahir Sadak, Ciwanê Ebdal, Delal Ay, Derya Avşar, Devrim Demir, Dilan Aydin, Dilan Güvenç, Dilşa Yûsûf, Dilbezarê Bêkes, Dr. Remzi Azizoğlu, Ednan Dogan, Edip Berk, Eslîxan Yildirim, Ejder Dağ, Ertuğrul Barka, Eyyup Subaşi, Eyyüp Güven, Ezîz Xemcivîn, Fatma Ay Fatma Taşlı Tunç, Fewaz Ose, Feleknas Uca, Feratê Dengizî, Fereydun Saman, Fehim Çetinkaya, Feysel Özdemir, Fevzi Özmen, Fergin Melik Aykoç, Gulistan Kanireş, Glavezh Hemzî Salîm, Girav Rûbar, Gulgeş Deryaspi, Gülistan Oncu, Hacı Özkal, Halil Doğan, Hamdiye Bilek Turgay, Harun Akkuş, Hakki Balta, Hasan Özgüneş, Hasan Harrani, Hemîd Dilbihar, Herdem Merwanî, Hesen Huseyîn Denîz, Hinara Tajdin, Hogir Berbir, İrfan Babaoglu, Îsmaîl Ebas, İbrahim Osman, İbrahim Halil Taş, İlyas Roj, Jêhat Rojhilat, Kamran Simo Hedilli, Kahraman Oğuz, Karîna Osêyan, Kaniya Dapire, Kakshar Oremar, Kemal Bakan, Kerem Tekoglu, Kudret Uçuk, Kurdiye Irgat, Leman Elmas, Leyla Şêr, Liana Avdî, M. Veli Karadeniz, Masum Bilgiç, Mahabad Felat, Mehmûd Badilî, Mehmud Yiğit, Mela Bedirxan, Maziçinê, Mehmet Akdoğan, Mehmet Balyan, Mehmet Çakmak, Mehmet Demir, Mervan Serhildan, Mehmet Devîren, Mehmet Saîd Arzû, Mehmet Yardımcı, Messo Bedirxan, Mevlüt Aykoç, Mine Karakaş, Mirza Ronî, Mirad Bîlgîç, Murat Kan, Mordem Zel, Narin Gezgör, Nazim Kök, Nesrîn Navdar, Neşe Toprak, Necat Baysal, Nurcan Delil, Nurani Durwelat, Nûdem Hezex, Nîhat Gultekin, Osman Özçelik, Özgür Amed, Ömer Fidan, Ramazan Kaya, Remziye Öncel, Reyhan İlke, Resul Ceylan, Rêzan Îssa, Rêzan Aktulum, Rifat Ronî, Roj Ağır, Rojîn Zarg Tîgrîs, Ronahî Çelik, Roza Metîna, Ruhan Mavruk, Rûkiye Özmen, Samî Tan, Saliha Ayata, Salihê Mewalî, Sadrettin Yigit, Sema Asî, Selda Kaya, Seyrana Celadet, Seydi Turgut, Sultan Yaray, Şahabettin Demir, Şerefxan Cizîrî, Şemdin Çolemêrg, Şervan Azad, Şevger Çolo, Şoreş Reşî, Sîpan Sînda, Şilan Elmas Kan, Şiyar Buzcu, Şoresger Karakol, Qadîr Egîd, Veli Bindallı, Xakî Bîngol , Xecê Şen, Xaylaza Reşîd, Xemla Bayê, Yaşar Aksu, Yücel Aslan, Zana Farqînî, Zozan Gulan ve Zubêr Zeynal.”
 
 
 

Sernavên din

14/07/2021
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide