BALIKESÎR - Li navçeya Altieylulê, kesê bi navê S.A. ku bi ser merasîma sunetê de girt 10 kesan birîndar kir. Ji birîndaran zarokekê 3 salî û jinekê jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Altieylulê ya Balikesîrê, kesê bi navê S.A. bi ser merasîma sunetê de girt û kesên bi navê K.D., E.G., A.G., N.D., U.G., Y.T., P.D., Ş.G., D.D. ve N.D. birîndar kir. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar. Ji birîndaran zarokekê 3 salî K.D. ku rewşa wî giran bû û jina bi navê E.G. jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya her heşt birîndarên din jî didome.
Êrişkar piştî bûyerê hat binçavkirin.