Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e

  • rojane
  • 09:03 12 Tîrmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Gundê Hespîstê ya bi ser navçeya Hezexê 20 roj in bêav e. Ji ber ku şêniyên gund doza avê kirin, qereqolê bang li wan kir ku biçin îfade bidin û gef li wan xwarin. Şeniyên gund bertek nîşanî vê helwesta rayedaran dan û gotin: "Hem ava me qut dikin û hem jî dixwazin ku me ceza bikin." 

Li gundê Hespistê ya bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji aliyê qeyûmê Hezexê ve bi hêceta ku ava navçeyê kêm bûye 20 roj in ava baxçeyên wan û 14 roj in jî ava gundiyan a vexwarinê hatiye qutkirin. Gundiyên ku demeke dirêje bêavin nikarin pediviyên xwe yên rojane dabîn bikin. Bax û baxçeyên gundiyan hişk bûn û ji ber tunebûna avê pezê wan jî nexweş dikeve. Di heman demê de, ji gund 7 kesan ji ber ku baxçeyên xwe avdan qereqolê bang li wan kir ku biçin îfade bidin û gef li wan hat xwarin. Qereqolê ji welatiyan re gotiye “Heger careke din bi vê avê beyî destûra me hûn baxçeyên xwe av bidin, ew ê 2 sal cezayê girtîgehê û 200 hezar cezayê pere li bibirin.” Şeniyên gund bertek nîşanî vê helwesta qereqolê dan. 
 
'AV TUNE YE KU EM SERÛÇAVÊ XWE BIŞON' 
 
Ji şeniyên gund Remziye Oruç diyar kir ku ew bi bêaviyê nikarin jiyana xwe bidomînin û wiha got: “Qutkirina ava gundekî ne wîjdanî ye. Em tîne û av nîne ku em serê zarokên xwe bişon. Av nîne ku em bidin pezê xwe. Em bi bîdonan diçin malên ku sondajên wan hene avê dixwazin. Ev 3 roj in ez mala xwe ji ber tunebûna avê digirim. Em serê sibehê radibin av nîne ku em serûçavê xwe bişon. We gundê bêav dîtiye? Dewletê ava qût kiriye û em bêav hiştin. Ev 15 roj in dilopek ava vexwarinê nehatiye mala me. Bi vê pêkanînê dixwazin ku em ji gund derkevin. Herî dawî em ê terk bikin û biçin. Derfetên me tune ne ku em sondajan jî lê bixin û em nizanin em ê çi bikin." 
 
'DILOPEK AV TUNE YE KU EZ BIDIM MIRÎŞKÊN XWE' 
 
Şîrîn Ozkaplan jî diyar kir ku ji ber ku wan heqê xwe yê avê xwestiye qereqolê bang li wan kiriye ku biçin îfade bidin û wiha got: “Ji ber ku ne qencin û ji ber ku mirov zalimin îro li ser me avê qut dikin. Pezê me, dewarên me û bax û baxçeyên me hene. Heger av nebe em ê çi li wan bikin? Ji ber ku av tune ye û ava kanalîzasyonê vedixwin û nexweş dikevin. Ev tişt ne exleqiye û ne jî însanî ye. Mirov ketine pey bertîl û meaş. Hemû bûne rantxwir. Ava me hebe û yan jî nebe ne xema wan e. Dixwazin em ji tîna bimirîn. Gundê me ye, ava me ye û axa me ye. Lê keseke din tê li ser serê me zilmê dike. Li hemberî vê zilmê jî tu kes dengê xwe dernaxe. Qereqolê bangî me kiriye û dibêje bila bên îfade bidin. Me çi kiriye ku em ê îfade bidin? Ji ber ku ava ku hatiye girtin me qurtikek berdan, me dibin îfadeyê. Dibêjin doza avê nekin û ji tîna bimirin. Tu derfetên me tune ne û çareyê me tune ye. Dilopek av tune ye ku ez bidim mirîşkên xwe. Haya tu kesî ji me tune ye û tu kes li ser me naaxive. Însanetî nema ye." 
 
'HEM AVA ME QUT DIKIN Û HEM JÎ DIXWAZIN KU ME CEZA BIKIN' 
 
Ji şeniyên gund Sitî Ari jî bertek nîşanî qutkirina avê da û wiha got: “Ev tişta ku qeyûm aniye serê me dijmin nayîne serê me. Ji ber ku me bertek nîşanî qutkirina avê da û me bi ava xwe darên xwe avdan, bang li me kirin ku em biçin îfade bidin. Bax û baxçeyên me hemû hişk bûn. Ma ev heqê xwedê ye? Av tune ye ku ez nimêj bikim. Em jî mirov in, hema bila dilopek avê bidin me jî. Îro 15 roj in li ser me ava vexwarinê qut kirine. Gef li me dixwin û dibêjin ku heger ku hûn ava me qut kiriye, hûn berdin em ê 20 hezar cezayê pere û 2 sal jî cezayê girtîgehê ji we re bibirin. Hem ava me dibirin û hem jî dixwazin ku me ceza bikin. Ka bêje ma ev edelet e? Darên me hişk bûn û dewarên me nexweş ketine. Ma ev tişta ku ew tînin serê me însaniyetî ye?"
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

14/07/2021
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide