COLEMÊRG - Hevserokê HDP'a Colemêrgê Lokman Ozdemîr ku îro diçû dawetê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Colemêrgê Lokman Ozdemîr dema li Sûkê diçû dawetê polîsan ew binçav kiribûn. Ozdemîr bi îdiaya ku "li dawetan propaganda partiyê dike" hat binçavkirin û piştî îfade da Miduriyeta Polîsan a Bajêr hat berdan.