COLEMÊRG - Hevserokê HDP'a Colemêrgê Lokman Ozdemîr li ser rêya dawetê hat binçavkirin.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr kêliya ku li Sûkê diçû daweta xizmê xwe, polîsan avêt pêşiya wî û ew binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.