WAN - Li navçeya Bêgirê duh bi şev dolmîşa ku penaberan vediguhest qelibî û di encama qezayê de 12 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Bêgirê ya Wanê duh bi şev dolmîşa bi plaka 65 ER 186 penaber vediguhest qelibî. Piştî qezayê tîmên tenduristiî, AFAD, cendirme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn. Mirî û birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Bêgir, Erdîş û Wanê.