NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan ku ji bo Peymana Dolmabahçeyê gotibû "ne tiştekî rast e" û ji bo pêvajoya çareseriyê jî gotibû "me ew xist sarincê", îro li Amedê got: "Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em bûn."
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, piştî 3 salan cardin hat Amedê. Erdogan li Amedê cardin xwedî li gotinên xwe yên derbarê pirsgirêka kurdî û "pêvajoya çareseriyê" de derneket û berevajî gotinên xwe yên berê axivî. Erdogan di axaftina xwe de ev tişt îdia kir: "Ji dil û can dibêjim, pêvajoyekê proveke kirin. Belê, me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin lê yê bi dawî kir ne em bûn. Rojevên wan ên veşarî û neyta wan a xerab ev pêvajo bi dawî kir."
Lê belê gotinên Erdogan ên berê û yên îro li Amedê kirin li hev dernayên.
Me hin gotinên Erdogan ên berê yên derbarê pêvajoya "çareseriyê" de berhev kirin:
15 Adar 2015: Niha tu lê dinerî, pirsgirêka kurdî. Birao pirsgirêka kurdî çi halê çi. Êdî tiştekî wiha tune ye.
20 Adar 2015: Haya min ji tiştekî wiha tune ye (Peymana Dolmabahçeyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan amade kiribû û di 28'ê Sibata 2015'an de Heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê bi hev re aşkere kiribûn). Li gor min ev ne tiştekî rast e.
11 Tebax 2015: Em ji bo teror şûmî bibe nêî pêvajoya çareseriyê nebûn. Pêvajoya çareseriyê niha di sarincê de ye.
8 Cotmeh 2015: Min negot pêvajoya çareseriyê hat betalkirin, min got niha di sarincê de ye. Heger rewş baş bibe dê pêvajo cardin têkeve rojevê.
16 Nîsan 2016: Asta em hatinê li holê ye. Gelek windahiyên me çêbûn. Pêşî me got pêngava demokratîk, me got yekîtiya neteweyî û biratî û me got pêvajoya çareseriyê, lê nebû. Dev ji hemûyan berde, me pêvajoya çareseriyê xist sarincê. NIha dema operasyonan e. Dê ev serdem jî biqede.
29 Gulan 2016: Li vî welatî pirsgirêka kurdî tune ye, pirsgirêka terorê heye.