ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn, binasiya biryara xwe ya derbarê Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû de aşkera kir û biryara Enîs Berberoglû weke mînak nîşan da.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), binasiya biryara xwe ya derbarê Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hatibû xistin û mafdar dîtibû de aşkera kir. Binasiya biryarê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û biryara derbarê Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû de weke mînak hat nîşandan.