Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'

img

ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di 5 rojên serdanên wan ên li Çewlikê de, gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye. 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û komek endamên partiyê, di 3-7'ê Tîrmehê de li Çewligê, navçe û gundên wê bi dirûşmeya "Em li dijî faşîzmê berxwedanê mezin dikin" hin hevdîtin kirin. KCD û DBP, di çarçoveya bernameya xwe de hevdîtin bi rûspiyên herêmê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, jin û welatiyan re kirin. Heyet, piştî vê dê biçe Colemêrgê.
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, mijarên ku di hevdîtinan de hatine nîqaşkirin nirxandin. 
 
DAXWAZÊN KURDAN
 
Aydenîz, anî ziman ku ji Cotmeha 2020'an ve têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pirsgirêka kurdî, rewşa welêt, qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin û kuştinan jinan de li gelek bajaran hevdîtin pêk anîne. Herî dawî jî hatine Dersim û Çewligê. Aydenîz got: "Me di van hevdîtinan de dît ku çendî çewisandin, komkujî, tecrîd û polîtîkayên qeyûman hebin jî, gel ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, ji bo ziman, çand û xwerêvebiriyê danayê xwar." 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku di van hevdîtinan de dîtine ku qirkirina xwezayê, tahdeya li hemberî jinê, lêpirsîn, binçavkirin û girtin bandor li gel kirine û dewlet "zilamê" li tevahiya civakê dike. Aydenîz got: "Me dît bê erdnîgariya Kurdistanê çawa di bin navê operasyonan de tê texrîb kirin. Me dijminatiya îqtidarê ya li hemberî gelê kurd, erdnîgariya kurdan û jinan dît. Di hemû hevdîtinan de hat bilêvkirin ku muxatabê çareserkirina van pirsgirêkan Birêz Abdullah Ocalan e. Bi awayekî aşkere hat gotin ku sebeba ku îqtidar êrîşê dibe ser Rojava (Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) û Başûr, polîtîkaya wê ya dijminatiya li hemberî kurdan e." 
 
POLÎTÎKAYEKE SED SALÎ
 
Aydenîz, anî ziman ku ji roja ku axa kurdan dabeşî 4 perçeyan hatiye kirin heya niha kurd zimanê xwe, erdnîgariya xwe, çanda xwe û mafê xwe yê xwerêvebirinê diparêzin û îqtidar jî li hemberî vê heman rê û rêbazan bi kar tîne. Aydenîz got: "KOçberiya bi darê zorê, valakirina gundan, cinayetên kiryar nediyar, bombekirina gundan niha li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê tên kirin. Gel baş dizane ku îqtidar, bi rê û rêbazên sed salî di şer de israr dike û dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bike." 
 
HÊVÎ Û HEYECAN
 
Aydenîz, anî ziman ku çûne kîjan bajarî, li wir bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê, tevî çapemeniya alîgir û rêbazên şerê taybet nîşan dide ku gelê kurd dev ji daxwaza xwe ya azadiyê, dev ji zimanê xwe û çanda xwe berdaye. Em li her derî bi heyecan, hêvî û biryardariyek mezin hatin pêşwazîkirin. Êdî tu gotineke îqtidarê ya di warê siyasî, aborî û civakî de ji civakê re bibêje nemaye. Îqtidar tenê bi tiştekî dizane ew jî tahde, çewisandin û girtin e. Divê bi awayekî aşkere bê gotin dê bi têkoşînê faşîzmê têk bişikê. Em vê ji 7'ê Hezîranê, serketina Kobaniyê, hilbijartinên 29'ê Adarê dizanin bê ka çawa têk şikiyaye. Gelê kurd ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşe û dê ev têkoşîn bidome." 
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

08/07/2021
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn