16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan

  • rojane
  • 09:06 8 Tîrmeh 2021
  • |
img

ÊLIH - Li 8 gundên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve tam 16 roj in ji ber birrîna ceryana dînamoyên avê, bêav mane. DEDAŞ’ê bi milyonan deynê ceryana ava van gundan kiriye hêcet. Bi hezaran însan bêav mane û nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Xelkê van gundan qutkirina avê wek “koletî, hovîtî û zilmê” dinirxînin û banga çareseriyê dikin.  

Li gundên Zîlan û mezra xwe Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve 16 roj in xelk ji bêaviya qeliya. Li van her heşt gundan ji 23’yê hezîranê ve Şirketa Firotina Perakendeya Ceryanê ya Dîcleyê (DÎCLE EPSAŞ) bi navê wê din DEDAŞ'ê bi hêceta “deyn nehatine dayîn” ceryana dînamoyê ava gundan birriye. Ji ber vê yekê ava van gundan qut kirin e. Di rojên ewil de ava Bajaroka Kaniyahenê jî hatibû birîn lê bi demkî ava bajarok hatiye berdan. Hat zanîn ku DEDAŞ’ê gotiye wê ava Bajarokê Kaniyahenê û gundê Melkîşa jî qut bike. Hat zanîn ku Miduriyeta DEDAŞ'ê gotiye wan li tevahiya Êlihê ceryana ava 45 gundan qut kiriye û wê vê hejmarê derxin 90 gundan. 
 
 
TÊ GOTIN AVA 45 GUNDAN HATIYE QUTKIRIN 
 
Deynên van gundan bi milyonan lîre ye. Gundî diyar dikin ku ji ber nikarin deynê fatûreya ceryana dînamoyên avê bidin, bi zilma DEDAŞ’ê re rûbirû mane. Gundî dibêjin bi salan e DEDAŞ’ê ceryana ava wan qut dikir, pişt re berdida û vê carê ji binî qut kiriye û zilm li wan tê kirin. 
 
Ji ber ava şebekeya gund nayê welatiyên gundan neçar in diçin bi tangêr û metereyan avê ji Çemê Batmanê û qenala avê ya DSÎ’yê avê tînin û pêdiviyên xwe avê dabîn dikin. Ji ber ava çem û qenalê nepaqij e dibe sedema nexweşînan û rê li ber emel û vereşînê vedike. Her wiha gundî dibêjin nebûna avê dar û ber û sebzeyên wan jî hişk dibin.
 
MALBATA DI KARANTÎNAYÊ DE YE PERÎŞAN BÛYE 
 
Li gundê Zîlan malbata Yucel ji ber Kovîd-19’ê di karantînayê de ye û nikarin pêdiviyên xwe avê dabîn bikin. Rojên dijwar derbas dibin û kes li halê wan napirse. Ji ber karantînayê di şaneşîna mala xwe de ji kameraya me re axivîn û Emîne Yucel gilî û gazinên xwe yên ji bo nebûna avê anîn ziman. 
 
‘AV LI BER ÇAVÊ ME YE, LÊ EM NIKARIN VEXWIN’
 
Ji şêniyê gundê Zîlan Tahîr Yumurtaci li ser rê li qay me hat û ew li ser traktorê bi tangêrê avê dibir malê axivî û behsa şerpezeya dikişînin kir. Yumurtaci destnîşan dike ku heta niha ji bilî partiyên muxalefetê kesî li rewşa wan nepirsiye û DEDAŞ dixwaze wan ji bêaviya bikuje. Yumurtaci got: “Ava çem û qenalê di ber gundê me re diçe û bendav li ber gundê me ye, lê em ji avê mehrûm hatine hiştin. Av li ber çavê me ye, lê em nikarin vexwin.” Yumurtaci xwest pirsgirêka wan avê li tavilê were çareserkirin.
 
Zerîfe Yumurtaci jî da zanîn ku ji ber ku av tune ye ew nikarin paqijiya malê bikin û her tiştê wan bi avê ye, heke av nebe jiyan jî tune ye. 
 
‘KOLETIYÊ LI ME FERZ DIKIN’  
 
Şemsettîn Guldem jî da zanîn ku ev du sê hefte ye bêav mane û got: “Koletiyê li me ferz dikin. Ev îqtidar, ev dewlet me qebûl nake. Dibêje hûn kurdbûn wê halê we ev be. Dixwazin me bi qelînin. Dar û berên me bêav maye. Bi rojane ji ber nebûna avê min serê xwe neşûştiye. Dixwazin me tune bihesibînin. Li şûna ku îqtidar li me bipirse, lê me tune dike.”
 
‘EV NE KARÊ ÎNSANIYET Û ÎSLAMIYETÊ YE’ 
 
Abdullah Ozerdem jî ku metereyên avê li wesayîta xwe bar kiribû û diçû avê bi hêrs halê pêrîşaniya xwe da nîşandan û bertek nîşanî îqtidarê da. Ozerdem anî ziman ku qutkirina ava wan di encama polîtîkayên iqtidarê de pêk tê û ev îqtidar dixwaze wan ji av, ax û gundê wan bike. Ozerdem qutkirina avê ya di germa havînê de wek “zilm û hovîtiyê” nirxand û got: “Êdî bes e ji vê zilmê re. Zar û zêçên me û sewalên me ji bêaviyê dimirin. Em ketine rewşek pirr xerab. Kes tine li halê me bipirse. Tişta ku anîn serê me ne şixûlê însaniyetî û îslamiyetê ye.” 
 
‘NAVÊ VE NE ZILM E, WEHŞET E’
 
Em bi Abdullah Ozerdem re çûn serê ava kaniya ku ji qenalê tê û metereyên avê lê dadigirin. Li serê kaniyê Turkan Ozerdem jî diyar kir ku ew ji ber nebûna avê pirr perîşan bûne û got: “Navê ve ne zilm e, wehşiyet e. Ji ber ku av tune ye, em qeliyan, mala me xera bû. Bila dinya alem tev halê me bibîne. Ji ber bêaviyê em şaş û metel mane.” 
 
METERE LI DESTÊ WÊ NE Û DIKE HEWAR 
 
Hasîna Sevîm bertek nîşanî qutkirina avê dide û muslixa avê nîşanî me dide ku av jê nayê û dibêje ka bila her kes binêre ku halê wan ne ti hal e. Sevîm anî ziman ku ew bi gurcikekî dijî û nexweş û nikare biçe avê bîne. Sevîm da zanîn ku av paqijiya jiyanê û îmanê ye û ji ber av tine nikare destnimêj bigire û nimêja xwe bike. Sevîm rakiriye metereyên avê û li benda hatina tangêrekî ye ku avê jê werbigire û ji ber bêaviyê hewara wê digîhîje erşê esman. Sevîm dibêje “Ji bo xatirê van eyd û erefatan ava me berdin. Em rezîl û perîşan bûne.”
 
Fatma Ozcan jî destnîşan kir ku av tune ye ew serê xwe bişon, cilên xwe bişon, mal qirêj bûye û tu çare ji wan re nayê dîtin. Ozcan got ew jî nizanin wê çi bibe ji halê wan. 
 
ZAROK NEXWEŞ KETINE
 
Benîsadir Sayar jî bi malbata xwe re bi wesayîta xwe ji gund derdiket û me wî li ser rê sekinand û li halê wan pirsî. Sayar dibêje zarokên wî bi avê nexweş ketine û diçin nexweşxaneyê. Sayar anî ziman ku zarokên wî ji ber ava nepaqij vedireşin û emel bûne û qutkirina avê bûye sedema pirsgirêka tenduristiyê. Sayar got ew dixwazin demildest dawî li qutkirina avê were da ku nexweş nekevin. 
 
HEJMARA MAL, GELHE Û DEYNÊ GUNDAN 
 
Hûrguliyên hejmara mal, gelhe û deynê gundan wiha ne:
 
* Gundê Zîlan nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava wê 2 milyon û 396 hezar lîre ye. 
 
* Mezra Bacaxê 20 mal e û nêzî 200 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Bacaxê 514 milyon û 842 hezar lîre ye.
 
* Gundê Hiskutê 65 mal e û gelheya wê 500 kes e. Deynê ceryana ava Hiskutê 709 hezar û 891 lîre ye. 
 
* Gundê Malê Gir 25 mal e û 250 kes gelheya wê heye. Deynê ceryana avê wê 205 milyon û 260 hezar lîre ye. 
 
* Gundê Selîvê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Selîvê 4 milyon û 546 hezar lîre ye. 
 
* Gundê Kanîkê 150 mal e û hezar û 500 gelheya wê heye. Deynê ceryana ava Kanîkê milyonek û 753 hezar lîre ye. 
 
* Gundê Holê jî gundek qelebalix e. 
 
* Gundê Xoxê 33 mal e û 560 kes lê dijîn û deynê ceryana avê 412 hezar 469 lîre ye. 
 
MA / Bîlal Guldem - Ozgur Paksoy
 
 
 

Sernavên din

08/07/2021
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn