AGIRÎ - Eskerên ku li navçeya Bazîdê derketin operasyonê, bi berdana guleyan Hamît Angîn ê 15 salî ku pezê xwe diçerand birîndar kirin.
Eskerên ku duh saet di 18.00’an de li gundê Gungoren ê navçeya Bazîda Agiriyê derketin operasyonê, bi berdana guleyan Hamît Angîn ê 15 salî ku pezê xwe diçerand ji lingê wî birîndar kirin. Angîn ê eskeran rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê, piştî mudaxaleya li vir a ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê hat kirin.