ÎDIR - Di serdegirtinên malan ên li Îdirê de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li navenda Îdirê û navçeya wê ya Başanê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Binçavkiriyan birin miduriyeta polîsan. Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Yaşar Torzlûk, Halîl Sanan, Mehmet Kaya û Yaşar Îmdat.
Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.