Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike

  • rojane
  • 09:05 7 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 223 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 202’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 184'yemîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 45'emîn dewr girt di roja 223'yemîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 202’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 202’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 185'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 185'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

08/07/2021
14:46 Li Qamişloyê komxebata yekitiyê
14:34 Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
14:34 Dadgehê îtîraza ji bo berdanên Doza Kobanê hatibû kirin red kir
14:16 Di doza Medenî Yildirim de careke din leşker beraet kir
14:14 Varyanta Delta Plusê gelo li Amedê ye?
13:05 Hewldana 78'an serdana Malbata Şenyaşar kir
12:24 Binasiya biryara Gergerlioglû hat aşkerakirin
12:17 ‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’
12:16 Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek birîndar bû
12:02 Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya
12:01 Karkerên madenê ku meşa wan tê astengkirin baretên xwe şikandin
11:17 Ceylan: Li şûna Amedê divê Erdogan serdana Malbata Şenyaşar bike
11:06 Cotkarê ku birûskê lê da jiyana xwe ji dest da
10:46 Li Qereyaziyê 7 kes hatin binçavkirin
10:46 Li Pîşesaziya Hesinkaran teqînek pêk hat
10:11 Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin
09:15 Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
09:06 Tom Sawyer hêmaya 'zarokên mînak û bi terbiye' hildewişîne!
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 224'emîn de berdewam dike
09:06 Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'
09:06 Beser Şahîn: Me gotinên Barzanî bi bîra wî xistin
09:06 Li Sûrê avahiyên dîrokî tên xerakirin
09:06 ‘Ên zemê dikin bila dema hilbijartinê neyê doza rayan nekin'
09:06 16 roj in 8 gund bêav mane: Av li ber çavê me ye lê em ji bêaviyê qeliyan
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'AN
07/07/2021
21:32 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:34 Piştî bûyerê bi 20 rojan îfadeya şahidan hat girtin
17:10 Keç û neviyên xwe kuşt û întihar kir
16:56 Li Artûklûyê welatiyan faîlê îstîsmarê girt
16:52 Eskerên derketin operasyonê zarokek birîndar kirin
16:51 Ji ber gotina 'faşîzmê' Turk Telekomê peyama HDP'ê asteng kir
16:38 Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
16:26 Li Amedê 10 bijîjkan îstifa kir
15:36 Li Mêrdînê eskerekî jiyana xwe ji dest da
15:08 Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir
14:44 Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin
14:39 HDP’ê serdana esnafê titûnfiroş kir
14:22 Serokkomarê Haîtiyê hat kuştin
14:19 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
13:36 HDP’iyan serdana karkerên medenê kir
13:35 Gergerlîoglû: Ez ê li cihê ku mabûm berdewam bikim
13:19 Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand
12:15 Partiya Pêşerojê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em berxwedana we destek dikin
12:14 Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê
12:13 2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê
11:34 Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin
11:29 Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn?
10:47 Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz
10:41 Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin
09:53 Parlementoya Hollandayê qirkirina êzidiyan nas kir
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 223'yemîn de berdewam dike
09:05 Polisan di bin çavan de gefa destidrêjiyê li ciwanan xwariye
09:05 Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan
09:05 2 zarok, 2 xeyal û rastî!
09:05 MED-DER xebatên xwe yên ziman berfirehtir dike
09:05 Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:27 Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin
06/07/2021
22:14 Zarok Ma bi şahiyekê hat vekirin
21:42 Gergerlîoglû ji girtîgehê derket
21:32 Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan
20:34 Li Mêrdînê bijîjkek mirî hat dîtin
18:08 Di xebatên vedanê yên DEDAŞ'ê de hestiyên 2 mirovan hatin dîtin
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn