* Gelê Wanê, bertek nîşanî piştgiriya PDK’ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê dan û gotin ku bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne.
* Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku di şahiyên xwe yên ziman ên gundan de eleqeyeke mezin dîtine û got ku wê xebatên xwe berfirehtir bikin.
* Xeyalên zaroka 17 salî N.K. ku rojê 14 saetan li nav zeviyan tê xebitandin û zaroka 9 salî Y.A ku di çenteyê xwe yê dibistanê de boyaxa solan dildigire û rastiya wan a jiyanê gelek ji hev cuda ye.
* Tûba Torûn ku Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar ê navê wî di mirina biguman a rojnameger Yeldana Kaharman de derbas dibe giliya wê kiribû, diyar kir ku bi zimanê gefê û baviksalariyê li dijî wê hêz tê nîşandan.
* Ciwanên ku ji ber belavkirina belavokên slavegera Komkujiya Pirsûsê hatibûn binçavkirin, diyar kir ku destê wan bi pişt ve hatiye kelemçekirin û li qereqolê gefa destdirêjiyê li wan hatiye xwarin.
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 121'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li navenda Çewligê bi jinan re bicive. (12.00)
* Danişîna 28'emîn a Doza Sereke ya JÎTEM'ê û Doza Musa Anter ku kirin yek wê li Dadgeha Enqereyê were li darxistin. (14.00)