ÎZMÎR - Li ser navê Denîz Poyraz a li Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin odeya jinan hat vekirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, li ser navê Denîz Poyraz a li avahiya partiyê hat qetilkirin odeya jinan vekir. Tabelaya ku ser bi kurdî û tirkî “Odeya Jinan a Denîz Poyraz” dinivîsand bi deriyê odeyê ve hat daliqandin.
Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Pero Dundar û Remziye Tosûn û gelek endamên TJA’yê beşdarî merasîma vekirina odeyê bûn. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Kemalbay, diyar kir ku Poyraz di têkoşîna wan de her tim li pêş cih digirt û got: “Em ê Denîzê di têkoşîna xwe de bidin jiyandin.”