Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn

  • rojane
  • 10:39 5 Tîrmeh 2021
  • |
img
ÊLIH - Li hin gundên navçeya Hezoyê ji aliyê DEDAŞ’ê ve 13 roj in bêav hatine hiştin. Gundiyan destnîşan kir ku ew mal û milkê xwe hemû bifiroşin jî nikarin deynê ceryana bîrên avê bidin. Gundî ji qenala DSÎ'yê pêdiviyên avê dabîn dikin. 
 
Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve ceryana dînamoyên bîrên avê yên Bajaroka Kaniyahenê, gundê Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê û Holê yên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve birriye. DEDAŞ’ê bi hêceta “deyn nehatiye razandin” ceryana bîrên avê biriye. Piştî birrîna ceryanê bi hezaran însan li van gundan 13 roj in bêav mane. Gundî pêdiviya avê bi traktoran ji Çemê Batmanê û qenala avdaniyê ya DSÎ’yê û bîrên avê dabîn dike. Ji ber vê ava nepaqij li gundan rê li ber nexweşînan jî vekiriye. Gundî radigihînin ku emel û vereşîn dest pê kiriye. 
 
MAL Û MILKÊ XWE JÎ BIFIROŞIN NIKARIN DEYN BIDIN 
 
DEDAŞ dibêje milyonek û 882 hezar lîre “deynê min li gundiyan e” û vî deynî dike hêcet û gundiyan bêav dihêle. 735 hezar lîre ji vî deynî jî faîza derengxistinê ye. Tenê li gundê Zîlan 206 hezar lîre pereyê bingehîn e, bi faîza derengxistinê re ev deyn bûye 514 hezar lîre. Şêniyên gundê Zîlanê dibêjin serê her fatûreya malekê 110 hezar lîre hatiye nivîsandin û ew mal û milkên xwe hemû jî bifiroşin wê nikaribin vî deynî bidin. Gundî li hember vê rêwşê bi bertek in û tişta DEDAŞ’ê aniye serê wan wek zilmê dibînin. 
 
GUNDÎ ŞERPEZE BÛNE 
 
Ji şêniyên gund Tenzîre Ogûz destnîşan kir ku 13 roj in ew di rewşek şerpeze de ne û wiha got: “Zarokên me nexweş ketine. Em nikarin li malê rûnên. Av li serşok, daşir û mitbexên me nîne. Em nikarin pêdiviyên xwe avê dabîn bikin. Em carna avê ji bîrê dikişînin carna jî ji Çemê Batmanê. Dema em ava bîrê vedixwin em pê emel dibin û vedireşin. Bila zûzûka ceryana ava me berdin. Em mexdûr bûne. Êdî bes e. DEDAŞ’ê kamera li trafoya avê ve daniye. Lewma em nikarin ceryana bîrên avê berdin. Niha jî tên ceryana me dibirin. Bi qasî dinyayekê deyn li me birîne. Kes nikare vî deynî bide.” 
 
‘JIYANA ME FELC BÛYE’ 
 
Şêniya gundê Zîlan Xerîbşa Ogûz jî anî ziman ku nêzî du hefteyan e ji ber bêaviyê nikare bi rehetî serê zarokên xwe bişo û got: “Zarokek min bi nexweşîna Talesemi (bêxwînî) re rûbirû ye. Lewma ez bi fikar im. Zarokek min jî çend roj in emel bûye. Em nikarin li malê bijîn. Em nikarin sewalên xwe av bidin. Baxçeyên me bêav mane. Niha DEDAŞ’ê jiyana me felc kiriye. Bila demildest dawî li vê bêberpirsiyariyê bînin. Bi hezaran însan di germa vê havînê de bêav hatine hiştin. Ev wîjdanek çawa ye? Yên ku her roj dibêjin paqijî û maske, lê maskeya wan bi xwe ketiye. Êdî bes e.” 
 
‘DIVÊ HER KES LI HALÊ ME BIPIRSE’ 
 
Şêniyê gundê Zîlan Ayhan Şanli jî destnîşan kir ku wan 25 sal berê ji ava bîran pêdiviya avê ji bîran dabîn dikirin lê her tim xelkê gund bi nexweşînan re rûbirû dima û got: “Gundê me serî li rayedaran dan. Li ser vê yekê ji çemê me ango Çemê Batmanê bi qasî 100 metreyî ji bin erdê bîra avê hat vekirin û dînamoyan dan ser vê bîrê. Dînamoyên avê ji çem derdixin embara avê û pêdiviya gund wisa tê dabînkirin. Lê ev nêzî du hefteyan DEDAŞ’ê hatiye ceryana dînamoyên me biriye û me ji avê mehrûm kiriye. Niha bi hezaran xelkê van gundê me mexdûr bûye û di rewşek şerpeze de ne. Ji paqijiyê bigire heta nexweşînan gelek pirsgirêk derketine. Her kesê dibêje ku ez însan im divê li halê me bipirse.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

05/07/2021
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin