Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!

  • rojane
  • 09:13 5 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Di dîmenên ku li navçeya dîrokî ya Sûrê ji hewa ve hatine kişandin de avahiyên ku li taxên 6 sal in têketine wan qedexe ye hatine çêkirin dişibin girtîgehan. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman, diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta tekperestiyê ye. 

Navçeya Sûrê ya Amedê k udi Lîsteya Mîrateya Çandê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire, şahidiya qedexeya derketina derve ya di dîrokê de ya herî dirêj kir. Di navbera salên 2015-2016’an de şerekî dijwar li navçeyê pêk hat. Ji ber vî şerî li navçeyê gelek caran qedexeyên derketine derve hatin îlankirin. Rexmî ku qedexe beriya çend mehan bi tevahî rabûn jî hê têketina hin cihên navçeyê qedexe ye. 
 
 
HILWEŞANDIN
 
Di pêvajoya van qedexeyan de hilweşandineke mezin li navçeyê pêk hat. Di 21’ê adara 2016’an de ji aliyê Lijneya Wezîran ve ji 7 hezar û 714 ersan ji bo 6 hezar û 292 ersan biryara “cemawerkirina lezgîn” hat dayîn. Piştî vê biryarê 6 taxên navçeyê bi tevahî hatin hilweşandin. Dêr, mizgef, köşk, hemam û bi dehan avahiyên dîrokî jî para xwe ji van hilweşandina girtin. 
 
Li gorî raporên ku ji aliyê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) ve hatine amadekirin; 334 ji wan tomarkirî bi giştî 3 hezar û 569 avajî hatine hilweşandin. Li şûna van agahiyên ku hatine hilweşandinbi kevirên bazalt ên bi makîneyan hatine birîn otelên bûtîk hatine lêkirin. Avahiyên ku bi yek reng û tîpê ne li gorî avahiyên bajar hatine çêkirin hê jî lêkirinên wan didomin. 
 
 
 
MALBATAN KIRIN BIN DEYN
 
Ji bo malbatên ku dema qedexeyan ji neçarî ji navçeyê koç kirin jî peşniyar kirin ku ya ersên xwe bifiroşin an jî li malên TOKÎ’yê bi deyn ji xwe re malan bikirin. Piraniya malbatan peşniyara firotina ersên xwe qebûl nekirin û xwestin li şûna malên ji wan re mal bên çêkirin. Lê ji bo her metreçargoşeyeke van malan 2 hezar TL hat xwestin. Malbatên ku nikaribûn vî pereyî bidin ji neçarî li TOKÎ’yên Ûçkûyûkar û Çolguezeliyê ji xwe re malan bikirin. Ji bo van malan malbat ketin bin deynê bi deh hezaran lîreyan.
 
AVAHÎ DIŞIBIN GIRTÎGEHÊ
 
Li aliyê din jim hewa ve dîmenên avahiyên ku hatine lêkirin hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku hê jî hilweşandina avahiyên li navçeyê didome. Dîsa rengê lêkirina avahiyên bi yek rengî û tîpî jî bala mirov dikişînin. Avahiyên ku nêzî sûran hatine lêkirin dişibin girtîgehê û deriyên wan dertên yek hewşî û derdora wan bi tevahî girtî ye. 
 
Em bi Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman ku ji destpêkê ve pêvajoya li Sûrê dişopîne re li ser hilweşandina li navçeyê, rewşa dawîn û avahiyên tek tîp axivîn. Kahraman, da zanîn ku li gorî lêkolînên wan li 46 donimî hilweşandin pêk hatiye û wiha got: “Bi vê hilweşandinê re 89 avahiyên tomarkirî xesar dîtine. Li devereka ku niha têketina wê qedexe ye sererastkirina 49 avajiyên tomarkirî didome. Xebata van avahiyan salek berê dest pê kiribû.”
 
Kahraman, destnîşan kir ku avahiyên tên lêkirin ne li gorî avahîsazîbûna sivîl in ne jî li gorî avahîsazîbûna kevneşop in û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Gelek avahiyên ku hatine lêkirin dişibin girtîgehan. Hewşek heye û mal li dora vê hewşê hatine rêzkirin. Paceyên van hemû avahiyan li hewşê dinerin. Bi vî awayî mahremiyet jî ji holê hatiye rakirin. 
 
 
KEVIRÊN TÊN BIKARANÎN
 
Di berdewamê de Kahraman, got ku tevlînekirina gel û rêxistinên sivîl a projeyan bûye sedem ku avahiyê dûrî avahîsazîbûna kevneşop bên lêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Hemû plansazî, proje û pêvajo li Enqerê bi awayekî navendî hatin birêvebirin. Piraniya kesên ku projeyê xêz kirine ne Amedê ne jî avahiyên Amedê nedîtine. Kevirên hatine bikaranîn ne kevirên xwezayî ne. Em nikarin qala lêkirina malekê ya bi kevirên kevneşop bikin. Ruhekî avahiyan tune ye. Bi mejîyê ‘Em îhale bikin û pere qezenç bikin’ hatine çêkirin.”
 
 ZIHNIYETA TEKPEREST
 
Kahraman, bi lêv kir ku avahiyên hatine lêkirin tek tîp in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Avahiyên hatine çêkirin qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta tekperestiyê ye. Em dikarin çavdêriya rewşa niha bikin. Lê ne diyar e ku kîngê pêvajoya xebatên lêkirinê bi dawî bibin. Vê der barê de tu daxuyanî jî nayê dayîn. Heke wiha bidome bi salan ev xebat bidomin.”
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

05/07/2021
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
03/07/2021
22:13 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
22:08 Aydenîz: Erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûnî tê şewitandin
15:59 Komeleya Ziman a Mereto kongreya xwe li dar xist
15:17 Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin
15:01 27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin
14:46 Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne
14:19 MED-DER'ê îro jî perwerdehiya bi dimilkî da zarokan
14:13 Bombebarana derveyî sînor bû sedema qutbûna ceyrana gundan
13:57 ‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’
13:56 Dayika Şemiyê Remziye: 28 sal in hestiyên lawê xwe nabînim
13:33 Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
13:31 HDK: Rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
12:59 Parêzerê Gergerlîoglû: Biryarê dane ‘rojnamevanan’ lê ji me vedişêrin
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
12:06 3 kesên şamî ji polîsan re birin 26 sal in winda ne
11:31 Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc
11:08 Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye
10:51 SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn
10:03 Helbestvan Seyyîdhan Komurcu xelata xwe diyarî Denîz Poyraz kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219'emîn de berdewam dike
09:03 Dê dosyeya Vedat Aydin 2 rojên din têkeve ber demboriyê
09:03 Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
09:02 Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
02/07/2021
23:50 Piştî 45 rojan cenazeyê Şîmşek hat definkirin
21:12 Îro 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 MED-DER vê carê ji bo zarokan çû Farqînê
20:17 Bûldan, çû cem karkerên jin ên tekstîl û çandiniyê
20:00 Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin
19:04 Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
18:44 Li Rihayê 9 kes hatin girtin
17:51 Erdem hat berdan
16:51 Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
16:33 4 kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:59 Cotkarên titûnê bi girtina rê yasaya nû şermezar kirin
15:53 Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin