* Dadgeha Îdareyê ya Erziromê, pergala Parkomatê ya qeyûmê Wanê betal kir.
* Baran Eman ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê de ye, ragihand ku li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin.
* Parêzer Yelda Koçak, anî ziman ku devjêberdana ji Peymana Stenbolê, pêşî li ber devjêberdana ji peymanên navneteweyî yên din jî vekiriye û got: "Bi awayekî bêusûl devjêberdana ji peymanê, bes ne rojev û têkoşîna tevgera jinê ye. Ev pirsgirêkeke rejîmê ye."
* Çalakiyên hilberînerên tûtinê yên li dijî şertê "belgeya karbidestiyê" didomin. Parlementerê HDP'ê yê Semsûrê yê berê Behcet Yildirim jî bertek nîşanî vî şertî da û destnîşan kir ku dê qedexe pirsgirêkên cotkaran girantir bike.
* Qeyûmê Hezexê 5 roj in ava dundê Hespistê biriye. Gundiyan destnîşan kir ku ya hatiye kirin zilm e û xwestin tavilê ava wan bê berdan.
Çalakiya ku Malbata Şenyaşar bi daxwaza ‘edaletê’ li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin wê di roja 118’emîn de bidome.
*Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê serdana gundên navçeya Kanîreşa Çewlikê bikin. (10.00-19.00)
*HDP, dê li navçeyên Îskenderûn û Dortyolê bi gel re bê gelhev. (13.00)
* Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, wê panela bi serenavê “Tecrîd û Doza Girtina HDP’ê” li dar bixe. (13.00)
* MED-DER, bi armanca pêşxistina zimanê kurdî wê li gundekî navçeya Bismilê ya Amedê ji bo zarokan şahî li dar bixe. (15.30)
*Baroya Rihayê, dê 35’emîn Lijneya Giştî ya Asayî pêk bîne. (17.00)