STENBOL - Parêzerê Omer Farûk Gergerlîoglû, Bişar Alinak diyar ku biryara bi hêcet nedane wan û dadgeha xwecihî û biryara ku dane rojnamevanan ji wan veşartine.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî ku parlamenteriya wî hat betalkirin û niha girtî ye di 1’ê tîrmehê de biryar dabû. AYM’ê serlêdana Gergerlîoglû mafdar dît û destnîşan kir ku mafê wî yê siyaset, azadî û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Tevî vê yekê jî hêj Gergerlîoglû nehatiye berdan û ka nayê zanîn dê were berdan an na.
Parêzerê Gergerlîoglû, Bişar Alinak destnîşan kir ku li pêşiya berdana Gergerlîoglû tu astengî nîne û neberdana miwekîlê xwe wek “bêcîdiyet” nirxand. Alinak anî ziman ku hêceta biryara AYM’ê ku di warê binpêkirina maf de dabû nedane wan û dadgeha xwecihî û wiha got: “Biryar ji parêzeran hatiye veşartin. Dadgeh biryarek dide û wê biryarê ji me vedişirê. Rojnamevan dikarin wê biryarê werbigirin lê belê parêzer nikarin werbigirin. Em bi hiqûqek pêkenok re rûbirû ne. Em bi meraq û heyirî li benda biryara AYM’ê ne.”