Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye

  • rojane
  • 09:04 2 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Siyasetmedar Demîr Çelîk, anî ziman ku operasyona derveyî sînor berdewama "Plana Rûxandinê" ye û got: "Pêşî ji bo tunekirina berxwedanê biryar girtin. Pir aşkere ye ku piştî PKK'ê dê berê xwe bidin kurdên din jî." 

Tirkiye, dixwaze bi destê PDK'ê rageşiya di navbera kurdan de gur bike. AKP ku bi operasyonên li Zap, Avaşîn û Metînayê tiştek bi dest xist, niha jî hewil dide bi destê PDK'ê kurdan bera hev bide û bi vî awayî bi ser bikeve. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê berê û Parlementerê HDP'ê yê Mûşê yê berê Demîr Çelîk, talûke û firsendên ku kurd bi wan re rû bi rû ne nirxandin. 
 
PLANA DAGIRKIRINÊ 
 
Çelîk, diyar kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de hewil dide bi dagirkirina Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hegemonyaya xwe berbelav bike û bi vî awayî dixwaze yekîtiya neteweyî ya kurdan jî asteng bike. Demîr, destnîşan kir ku her wiha Tirkiye dixwaze dewlemendiyên Mûsil û Kerkûkê jî bi dest bixe û got: "Lewma hêzên paramîlîter ên wekî El Nusra, DAIŞ û OSO'yê bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Lê wer xuya ye bi ser neket û niha jî dixwaze kurdan bera hev bide û ji vê rageşiyê tiştekî bi dest bixe."
 
Çelîk, destnîşan kir ku Tirkiye di operasyona Avaşîn, Zap û Metînayê de tevî hemû teknolojiya xwe jî bi ser neketiye û got: "Têkçûyîn û binketineke eskerî heye. Ji bo ser vê têkşikînê bigire, rageşiya di navbera kurdan de proveke û gur dike." 
 
ARMANC DIYALOG BÛ
 
Çelîk, bibîr xist ku piştî 5 pêşmergeyên li Amediyê jiyana xwe ji dest dane wekî Heyeta Aştiyê ji Ewropayê çûne Herêma Kurdistana Federe, lê li Balafirgeha Hewlêrê hatine binçavkirin. Çelîk, anî ziman ku armanca wan pêşî li ber şer bigirin û bi rêya çareserî û diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. 
 
YEKÎTÎ
 
Çelîk, anî ziman ku netew-dewlet cudahiyên kurdan ên olî, mezhebî hwd. di çarçoveya polîtîkayên cihêkar de bi kar tînin û got: "Lê parastina vê dewlemendiyê, li gor neteweya demokratîk helwesta herî rewa û demokratîk e. Lewma em têkoşîna yekîtiya neteweyî ya 50 milyon kurdî esas digirin û diparêzin. Îro, roj roja yekîtiyê ye. Em dixwazin bi vî ruhî û bi vê hewildanê û bi hêz û piştgiriya hevrêyên xwe Kurdistanê veguherînin welatekî xwdî statu û her kes karibe lê bijî." 
 
BERDEWAMA KOMPLOYÊ 
 
Çelîk, bal kişand ser helwesta Almanyayê ya ji bo endamên Heyeta Aştiyê û endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz jî û destnîşan kir ku divê tiştên qewimîn di çarçoveya polîtîkayên dewletên endamên NATO'yê de bên nirxandin. Demîr, anî ziman ku êrîşên li Herêma Kurdistana Federe û polîtîkaya rageşiyê ya di navbera kurdan de girêdayî NATO'yê ne û pêwendiya vê, bi komploya navdewletî re heye ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû kirin. 
 
Çelîk, diyar kir ku Almanya jî dixwaze pirsgirêka kurdî li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne û got: "Almanyayê hin hevalên me asteng kirin. Ev, encama feraseteke berjwendiyên stratejîk e." 
 
BERJWENDIYÊN PDK'Ê 
 
Çelîk, destnîşan kir ku pêvajoya ku pergala emperyalîst a global tê re derbas dibe, ji bo kurdan xetere û talûkeyên mezin di xwe de dihewîne û ji ber vê li dijî van xetere û talûkeyan ji bo yekîtiya neteweyî Înîsyyatîfa Kurdistanê Biparêz ava kirine. Çelîk got: "Lê mixabin çendî ku rastî ev be jî, lê hîn jî hin kurd li gel dewleta Tirk a dagirker û kujer tevdigerin û hêviya hin tiştan jê dikin. PDK û rayedarên wê ku baweriya xwe pê tînin, hewildanên diyalog û guftûgokirinê yên di navbera kurdan de asteng dike. Ev xetereyeke mezin e.
 
Pêwendiya di navbera PDK û Tirkiyeyê de, bes zirarê nade kurdan bi tenê. Ê berteka herî tun nîşanî referandûma serbixwebûnê yah 2017'an Tirkiye bû, lê niha herî zêde baweriya xwe bi wê tînin. Dewleta Tirk, mafê serbixwebûna Kurdistanê asteng kir û mudaxile kir. Niha li Başûr di ser 40'î re binkeyên wê yên eskerî hene. Bi rêxistinên xwe yên îstixbaratê, li Kurdistanê vîna civakê dişikîne. Dixwaze kurdan bera hev du bide. Ev kêmasî û windahiyeke mezin e." 
 
PIŞTÎ PKK'Ê DÊ DOR BÊ PDK'Ê 
 
Çelîk, destnîşan kir ku ne rast e ku mirov di vî warî de hemû PDK'iyan tawanbar bike û got: "Helbet ên ji ber vê pêvajoyê diêşin jî hene, lê ne xwedî pozîsyoneke biryardaînê ne. Ên xwedî pozîsyona biryardayînê malbata Barzanî ne. Ev malbata biçûk, sirf ji bo berjewendiyên malbata xwe biparêze pêwendiyê bi Erdogan û Bahçelî re datîne. Lewma xetere û talûkeyên li ber Kurdistanê pir ne xema wan e." 
 
Çelîk, destnîşan kir ku di berxwedana Mîr Bedirxan, Koçgirî, Agirî û Dersimê de jî, dewletê berê xwe daye kesên li gel van berxwedanan tevgeriyane an jî bêdeng mane û komkujiyên mein pêk anîne. Çelîk, anî ziman ku armanca Tirkiyeyê, bawerî, emzheb, ziman çi dibe bila bibe, bes tunekirina kurdan e. 
 
Çelîk, "Plana Rûxandinê" ku di sala 2014'an de biryara wê hatiye girtin bibîr xist û destnîşan kir ku di vê planê de biryara tunekirina berxwedanê hatiye girtin. Çelîk got: "Bi vî awayî tahma devê rayedarên PDK'ê xweş dikin, lê pir aşkere ye ku piştî PKK'ê dê berê xwe bidin kurdên din jî. Em di dîrokê de gelek caran bûne şahidê vê yekê. Lewma divê neyê jibîrkirin hemû kurd hedef tên girtin. Divê ev ders jê bê girtin; 'edalet û însafa zaliman tune ye.'" 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

02/07/2021
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin