ENQERE - 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, îtîraza Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê ya têkildarî 4 kesên ji Doza Kobanê hatin berdan red kir û îtîrazê hêjayî nirxandinê nedît.
Di danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê ku 24 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin di 15’ê hezîranê de Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê yên berê Berfîn Ozgul Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.
ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji bo berdana her çar siyasetmedaran îtîraz kiribû. 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, îtîraza Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê ya têkildarî 4 kesên Jİ Doza Kobanê hatin berdan, red kir û îtîrazê hêjayî nirxandinê nedît. Dadgehê biryar da ku dosya careke din li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê paş de were vegerandin.