AGIRÎ - Danişîna 15’emîn a doza bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” derbarê rojnamevan Abdullah Kaya de hatibû vekirin, hat taloqkirin.
Derbarê Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Abdûllah Kaya de bi hinceta ku “Mîhrîcana Xweza û Aştiyê” ya di 3’ê îlona 2014’an de li Çiyayê Agiriyê şopandibû, bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Ji ber şandeya 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketiye, danişîn bêyî ku bê dîtin hat taloqkirin. Hat diyarkirin ku wê dîroka danişîna din ji aliyê şandeya dadgehê ve were diyarkirin.