Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin

  • rojane
  • 09:08 1 Tîrmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Polîsan bi hinceta ku maske nedaye ber devê xwe Bariş Çetîn biribûn midûriyeta polîsan. Li midûriyetê sîxurtî li Çetîn hatiye ferzkirin û bi hinceta ku "heqaret li polîsan kiriye" derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Di salên 90'î de li herêmê ji ber valakirina gundan û ferzkirina cerdevantiyê gelek malbat ji bêgavî koç kiribûn bajarên mezin. Yek ji van malbata jî, malbata Çetîn e ku ji ber zext û zoriyan koçî Stenbolê kiriye. Malbata Çetîn di sala 1993'yan de ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji gundê Ormanîçî yê navçeya Basan a Şirnexê çûye Cizîrî û ji wir jî koç kiriye çûye Dîlokê. Piştî li Dîlokê jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne, vê carê jî koç dike Stenbolê. Malbat 2 sal in li Stenbolê ye, lê li vir jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Di nav du salan de polîsan gelek caran avêtiye ser malabatê. Herî dawî di 24'ê Hezîranê de avêtine ser malê û ferdê malbatê Bariş Çetîn binçav kirine û lêxistine. 
 
Çetîn, behsa zext û zoriyên li wan hatine kirin û tên kirin, kir. 
 
Çetîn got: "Di 14'ê Sibata 1993'yan de gundê me hat şewitandin. Eskeran gef xwarin û gotin, 'an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê ji gund derkevin.' Malbata min cerdevantî û polîtîkayên dewletê qebûl nekir. Piştî vê eskeran avêt ser gund û qirkirinek mezin kirin. Hin gundî kuştin, hin jê îşkence kirin û hin jê jî avêtin zindana. Bavê min jî nesîb ji vê îşkenceyê girt." 
 
Çetîn, diyar kir ku paşê malbat koçî Cizîrê kiriye û ji wir jî koçî Dîlokê kiriye û ew jî li vir hatiye dinê. Çetîn got: "Ji ber bavê min tim davêtin ser mala me. Ji ber vê du sal berê me bar kir em hatin Stenbolê." 
 
LÊXISTIN
 
Çetîn, destnîşan kir ku li Stenbolê jî bi heman zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bûyera ku herî dawî hatiye serê wî got. Çetîn, anî ziman ku piştî ku li HDP'a Îzmîrê xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatiyekuştin çûye avahiya HDP'ê ya Esenyûrtê û got: "Ciwanek çima diçe HDP'ê? Ji lew re hûn me û Denîzan dikujin. Her ku hûn Denîzan bikujin, em ê jî bên HDP'ê. Ez ji bo vê hatim HDP'ê. Hatim min du çay vexwarin. Paşê derketim. Çawa derketim derve, hin kesên sivîl gotin 'wer vir lan!' Polîsên biunîforma jî hinekî wêdeyî wan bûn. Tirsiyam. Min hewil da cardin biçim hundirê avahiya partiyê. Lê bi milê min girtin û li ber çavê her kesî ez binçav kirim." 
 
Çetîn, anî ziman ku piştî li ber xwe daye, wan kesan jê re gotiye "wer, em ê ji ber ku te maske nedaye ber devê xwe ceza li te bibirin." Çetîn got: "Bi rastî jî maskeya min tune bû. Min maskeya xwe li avahiya partiyê ji bîr kiribû. Gava gotin em ê ji ber ku te maske nedaye ber devê xwe ceza bibirin, hinekî rihet bûm. Lê min li wesayîteke şîn a wekî torosan siwar kirin. Ez tirsiyam. Ji lew re min ji ber bavê xwe bi wan çaxan û îşkenceya wan dianibû. Qilqilîm. Fikirîm ku ev ne polîs in û min ji wan pirsî, 'hûn kî ne, qey hûn eşqiya ne ku hûn mirovan direvîniN?' Ji ber vê li min xistin û ji ber vê bi hinceta 'heqareta li polîsan' derbarê min de lêprisîn dan destpêkirin." 
 
GEF LÊ XWARIN
 
Çetîn, anî ziman ku piştî ku bi zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin, wî mirine Midûriyeta Polîsan a Kiraçê û li vir du kesên sivîl li benda wî bûne û ji ber "heqareta li polîsan" îfadeya wî girtine. çetîn got: "Zabitnameyek amade kirin. Bi min dan îmzekirin. Paşê ji min re gotin du kes hene gere tu wan bibînî. Min xistin hundirê odeyekê û ew du kes hatin. Gotin, em dixwazin çend pirsan bikin. Min jî got, ev ne qanûnî ye û heya parêzerê min neyê ez ê xeber nedim. Gotin, 'ka em biaxivin û tu jî guhdar bike.' Gava min pirsî bê ka î ne gotin ji MÎT'ê hatine. Navê çend kesan ji min re gotin û pirsîn bê ka wan nas dikim an na. Min got, ez wan nas nakim. Paşê gotin, 'em dixwazin em bibin birayên hev' û xwestin li derve bi wan re çayê vexwim."
 
Çetîn, anî ziman ku 3 sal in amadekariyên ezmûna zanîngehê dike, lê tim di hefteya ezmûnê de tê binçavkirin û got: "Min tiştên wan qebûl nekirin. Ew jî sê sal in her tim di hefteya ezmûnê de min binçav dikin. Min ji wan re got 3 sal in ji ber vê nikarim têkevim ezmûnê, qet nebe heya ezmûn biqede min berdin. Gotin, 'Tu biçe têkeve ezmûna xwe, paşê em ê bi hev re biaxivin. Neyteke me ya xirab tune ye.' A rast ji ber behsa van tiştan dikim jî ditirsim. SiDibe ku sibê cardin min bigirin û bibêjin 'çima te xeberdaye.' Ezmûn jî qediyan. Ditirsim min binçav bikin." 
 
RAPOR
 
Çetîn, anî ziman ku piştî axaftinê wî birine nexweşxaneyê û got: "Bijîşk raporek çêkir û tê de behsa birînine sivik kir. Min nexwest rahêjim wê raporê. Li wir ez lînç kirim. Rapor ne li gor vê bû. Li stuyê min dewsa derbên wan hebûn. Di raporê de behsa tiştên wiha nehatibû kirin. Lewma min ranehişt raporê. Min  got, 'giliyê wan bikim jî dê tiştek neyê kirin', lewma min gilî jî nekir."
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

02/07/2021
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin