Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin

  • rojane
  • 10:29 30 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzer Rezan Sarica, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a dema bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an ku têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dabû bi bîr xist û ev pirs kir: "Çîma îro li van daxuyaniyan xwedî dernakevin?" 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 216'an de didome. Serlêdanên ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji aliyê parêzer û malbata Ocalan ve tên kirin jî bêbersiv tên hiştin. Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 200 roj berdewam kiribû de piştî 8 salan parêzerên Ocalan di 2'ê gulana 2019'an de çêbûn Îmraliyê û pê re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul angaşt kiribû ku li pêşiya hevdîtinê tu astengî tune ne.
 
WEZÎR GUL: ASTENGIYEKE QANÛNÎ TUNE YE
 
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Dİ 16'ê gulana 2019'an de daxuyandibû ku hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re mafekî qanûnî ye û derbarê Ocalan de ev tişt gotibû: "Beriya niha biryarên sînorkirinê hebûn. Ev biryar hatin rakirin. Biryarên der barê qedexeya hevdîtinê de hatin rakirin û derfetên hevdîtinê çêbûn. Ji ber ku bi awayekî hiqûqî astengî rabûne derfet çêbûye ku parêzer bi awayekî hiqûqî hevdîtin bikin." Piştî vê daxuyaniya xwe Gul, di 22'ê gulana 2019'an de daxuyaniyeke din jî da û di vê daxuyaniyê de jî dubare diyar kir ku astengiyên li pêşiya hevdîtinê bi awayekî hiqûqî rabûne û di vê çarçoveyê de bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin. 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BÛ
 
Parêzerên Ocalan, di 22'ê gulana 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û peyama wî di 26'ê gulana 2019'an de ragihandin. Li ser banga Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bûn. Piştî vê di 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal 3 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinên hatine kirin de Ocalan ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd şans dan desthilatê, lê desthilatê ev şaşns paşguh kir. 
 
SERLÊDANA BÊBERSIV HATIN HIŞTIN
 
Ji van dîrokan şûn de serlêdanên parêzeran ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin kirin bêbersiv hatin hiştin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta nexşerêya ku Ocalan di sala 2009an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23'ê îlona 2020'an de ji bo 6 mehan hevdîtina bi Ocalan re qedexe kiribûn. Ji ber vê biryarê serlêdanên parêzeran bê encam mabûn û di çileya 2021'an de derketibû holê ku careke din cezayê dîsiplînê li Ocalan hatiye birin û hevdîtinên pê re hatine qedexekirin. Ji ber van biryaran serlêdanên parêzeran ne bierênî ne jî bineyînî nayên bersivandin. 
 
225 SERLÊDAN HATINE KIRIN
 
Ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re 225 caran serêldan kirine. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica ku herî dawî wî bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, diyar kir ku di demên dawîn de her roj serlêdan dikin û serlêdanên wan ne bierênî ne jî bineyînî nayên bersivandin û tenê hin caran biryara dadgehê tê derpêşkirin. Sarica, bi lêv kir ku dixwazin pê re bi Ocalan re hevdîtin bikin û wiha got: "Biryarên dadgehan li gorî me ne biryarên li gorî hiqûqê ne. Ji berê ve siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Îmraliyê tecrîd e. Di pergala tecrîdê de hem bi awayekî kêfî hem jî bi awayekî fizîkî astengî û qedexe dihatin derxistin. Bersivên tên dayîn jî tev bi kêfî û li dijî hiqûqê ne. Di demên dawîn de serlêdanên me qet nayên bersivandin."
 
STRATEJIYA DESTHILATÊ NEGUHERIYE
 
Di berdewamê de Sarica, da zanîn ku stratejiya dewlet û desthilatê ya li dijî hevdîtinên Ocalan ji sala 2019'an ve neguheriye û ev tişt gotin: "Tenê di gotin û amûran de hin guhertin hene. Dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an de desthilateke ku rastiya civakê qebûl dikir li hemberî me hebû. Di vê wateyê de neçar man ku mafê hevdîtinê ya parêzeran ji raya giştî re ragihînin. Îro dîsa çalakiyeke greva birçîbûnê heye û tecrîda li Îmraliyê derketiye asteke metirsîner. Îro çima van daxuyaniyan nadin ango çima li daxuyaniyên xwe yên sala 2019'an xwedî dernakevin? Çima Destûra Bingehîn nas nakin û hiqûqê paşguh dikin."
 
GIRÎNGIYA NÊRÎNÊN OCALAN
 
Di dawiya axaftina xwe de Sarica, bal kişand ser nêzikbûna desthilatê ya li hemberî Ocalan û got ku nêzikbûna weke amûr a li hemberî Ocalan encam nade û divê nêrînên Ocalan girîng bên dîtin. 
 
MA / Diren Yurtsever
 
 
 
 

Sernavên din

02/07/2021
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin