‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'

  • rojane
  • 10:23 30 Hezîran 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Rêveberê ÎHD’ê Bedrî Kûran diyar kir ku Lijneya Çavdêriyê ya bi guhertina Qanûna Înfazê hat avakirin, bi hêceta ‘ne bi halekî baş in’ berdana girtiyên siyasî asteng dike û wiha got: “Dewlet, ji girtiyên siyasî tolê hiltînin.”
 
Guhertinên di Qanûna Derbarê Înfaza Bergiriyên Ewlehî û Cezayê de hatin kirin, di 1’ê çileyê de ketin meriyetê. Ji bo ku girtî mafê xwe yê berdana bi şert bikaribin bikar bînin divê “bi halekî baş” bin. Biryara berdana girtiyan a bi şert dan Lijneya Çavderiyê ya di bin banê girtîgehan de hatiye avakirin. Bi guhertina hat kirin bi dehan girtî bi hêceta ‘ne bi halekî baş in’ nayên berdan. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Mêrsînê Bedrî Kûran, binpêkirinên mafan ên bi guhertina qanûna înfazê pêk hatin vegotin. 
 
LIJNEYA RÊVEBERIYÊ 
 
Kûran, anî ziman ku di ava kirina Lijneya Çavderiyê de cot standardî heye û û wiha got: “Ji bo nirxandina sûcdarên edlî, di Lijneya Çavderiyê de midurê girtîgehê û psîkolog cih digirin lê ji bo girtiyên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) girtî ne, di Lijneya Çavderiyê de Serdozgerê Komarê, heke hebe psîkolog an psîkiyatrîst, ji Wezareta Ewlehiya Civakî û Malbatê an jî Wezareta Tenduristiyê kesek cih digire. Kesên ku di Lijneya Çavderiyê ya girtiyên siyasî de cih digirin bi temamî kesên ku di bin kontrola saziyên desthilatê de dixebitinin. Ji 1’ê çileya 2021’an û vir ve tu biryareke erênî ji van lijneyan derneket. Bi awayekî aşkera diyar e ku ji bo girtiyên siyasî biryareke erênî ji lijneyan dernakeve. Biryarên Lijneya Çavdêriyê bi hejmara zêde tê qebûlkirin an jî redkirin. Biryarên ku ji me re tên hemû bi yek dengî hatine girtin. Ev jî nêzîkatiya li dijî girtiyên siyasî bi awayekî aşkera dide nîşandan.”
 
LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Kûran, anî ziman ku biryarên Lijneyên Çavderiyê li dijî hiqûqê ne û wiha axivî: “Xala 7’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk a ‘têkildarî berdana bi şert kîjan ji hikumxwariyan re baş be ew tê pêkanîn’ tê binpêkirin. Dewlet hewl dide ku ji girtiyên siyasî tolê hilîne. Heke niyeteke wan a tolhildanê tune be qet nebe bila qanûna niha di meriyetê de pêk bînin. Pêkneanîna qanûnên heyî jî niyeta wan a tolhildanê dide nîşandan.”
 
‘NEWEKHEVÎ HEYE’
 
Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Girtîhgehan ê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îbrahîm Kaya jî diyar kir ku di qanûna înfazê de newekhevî tên qewimîn û wiha got: “Bi qanûna ku AKP’ê û MHP’ê di nav meha adara 2020’an de amade kir, girtiyên edlî hatin berdan lê kesên ji ber fikrên xwe hatin girtin nehatin berdan.”
 
GIRTIYÊN SIYASÎ NAYÊN BERDAN
 
Kaya, anî ziman ku di sererastkirina beriya niha de girtiyên siyasî piştî ku qismekî cezayê xwe radizan bi şertê kontrola edlî dihatin berdan û wiha berdewam kir: “Lê bi vê sererastkirina niha rewşa berdana girtiyan ji kêyfa Lijneya Çavderiyê re hatiye hiştin. Lijneya Çavderiyê dema nirxandinê dike, ka girtî çiqas li gorî qûralên girtîgehê tevdigerin lêkolîn dike. Di nav van qûralan de, qûralên weke lêgerîna tazî, hejmara ser piyan jî hene. Ev rewş ji bo Lijneya Çavderiyê weke hêcet tê bikaranîn. Di heman demê de dema girtiyên binpêkirinên mafan ji rêxistinên sivîl ên civakî re dişinin bi hêceta ‘ewlehiya girtîgehê dixin talûkeyê’ lêpirsînên dîsîplînê vedikin. Dîsa Lijneya Çavderiyê bi hêceta girtî ‘ne bi halekî baş in’ dema girtinê tê dirêjkirin.”
 
‘BILA DEST JI PÊKANÎNA BERDIN’
 
Kaya, anî ziman ku bi vê qanûnê dixwazin girtî bîatê wan bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê qanûnê armanc dikin ku girtî ji tu neheqî û bêhiqûqiyan re deng dernexînin û neheqiyan qebûl bikin. Em weke parêzerên ku di qada mafê mirovan de têdikoşin, em ê li dijî van polîtîkayên qirêj ên li ser girtiyan mil bidin hev û têbikoşin. Divê demildest dest ji vê pêkanînê bê berdan.”
 
MA / Omer Akın
 

Sernavên din

02/07/2021
15:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
15:16 Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin
15:07 Heyeteke Rêveberiya Xweser serdana Swêdê kir
15:06 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
13:58 Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek
13:37 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Gêlê Ensarîoglû hat birîn
13:26 Malbata Şenyaşar ji bo ‘edaletê’ li Amedê ye
13:25 Xizmê Erdogan Birîncî hat binçavkirin
13:06 Cezayê ji doza TIR’ên MÎT’ê hat erêkirin
13:02 Parêzer Yakût hat berdan
12:26 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:08 Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin
11:22 Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin
11:03 Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod
10:43 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye
10:22 1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
09:30 Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 218'emîn de berdewam dike
09:05 Zarok Ma vedibe: Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin
09:04 Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin
09:04 Çelîk: Operasyona derveyî sînor dewama 'Plana Rûxandinê' ye
09:03 Agahî ji girtiyê ku bi vîrûsa koronayê ket nayê girtin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
01/07/2021
23:07 'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
22:15 Dema qedexeya li Wanê 15 rojên din jî hat taloqkirin
21:58 Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
21:49 Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
21:05 Li Farqînê agir bi daristanê ket
20:39 Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
20:21 MED-DER'ê ji bo zarokan şahiyek li dar xist
19:07 Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
19:00 Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê
17:09 Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
16:32 Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
15:47 Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
15:43 Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir
15:28 AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da
15:15 9 roj in bi hezaran însan bêav mane!
14:56 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin
14:38 HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand
14:12 Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn
13:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê banga beşdariya mitîngê kirin
13:51 Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan
13:36 Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin
13:36 Rojnamevan Aygul hat berdan
13:25 Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin
12:59 Îtîraza ji bo kesên ji Doza Kobanê hatibûn berdan, hat redkirin
12:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji rojnamevanan re ceza hat xwestin
12:57 Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e
12:34 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:33 Danişîna Kaya careke din hat taloqkirin
12:16 Şêwekarek li Mêrdînê bi qetranê wêneyan çêdike
11:45 Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin
11:41 21 fezlekeyên din pêşkêşî Meclîsê hatin kirin
11:38 Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in
11:29 Malbata Şenyaşar: Edalet teqez e, wê rojek were peydekirin
10:47 Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye
10:32 Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye
10:05 Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man
09:22 Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 217'emîn de berdewam dike
09:08 ‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin'
09:08 Koç: Tu rewabûna pakêtên AKP-MHP'ê nemaye
09:08 Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye!
09:08 'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye
09:08 Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:08 Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:46 Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
30/06/2021
22:57 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin
16:51 Bi SÎHA'yan êrîş birin ser Şengalê
16:47 Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê
15:40 HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
15:38 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye
15:30 Li Bazîdê 2 kes hatin binçavkirin
15:28 Zeynep Kinaci li Êlihê hat bibîranîn
15:23 Hevserokên KESK'ê diyar bûn
15:18 HDP'ê serdana titûnfiroşên li Semsûrê kir
14:54 MED-DER berê xwe dide gundan û şahiyên zarokan li dar dixe
14:28 Parêzera Doza Elmali: Darizandinên bêgirtin cesaretê dide
14:27 Banga derzîkirinê li gelê herêmê kirin
13:52 Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir
13:11 Li pêş Girtîgeha Bakirkoyê şermezarkirina tecrîdê
12:46 Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin
12:34 Goristan veguherî çopê
12:24 Emîne Şenyaşar bi lawê xwe re axivî: Zilmê li me dikin
12:15 Polîsan avêt ser Girtîgeha Tokatê: Ji du girtiyan agahî nayê wergirtin
12:07 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re
11:38 Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
10:54 Qaçaxçiyên mirovan, piştî serdegirtina polîsan ciwanên taxê derb kirin
10:51 Şewata li Omeryan derket hat vemirandin
10:47 Cenazeyê Eren piştî 22 mehan radestî malbatî wî kirin
10:44 Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan
10:29 Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin
10:23 ‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin'
10:19 Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin