RIHA - Li Rihayê 4 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin.
Li navçeyên Wêranşarê û Pirsûsê yên Rihayê li ser fermana Serdozgerê Rihayê 8 kes hatibûn binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan a Rihayê karûbarê îfadeya binçavkiriya qediya û wan sewqî Edliya Rihayê kirin.
Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dane rêxistinê” îfade hatin girtin û her 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin.
Dadgehê bi heman îdiayê derbarê Abdullah Basiyan, Abdurrahman Mutlu, Mustafa Başkut û Orhan Demîrcan de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T.
Dilşah Başkut, Hasan Yıldız, Yakup Yildirim û Adem Yilmaz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.