* Di ser mirina Orhan Dogan re 14 sal derbas bûn. Hevalên wî ji bo wî gotin, windahiyeke mezin e ji bo aştîya Tirkîyeyê.
* Xebatkar û kedkarên HDP'ê, diyar kirin ku heger partiya wan bê girtin dê hîn xurtir bibin û gotin: "Dikarin HDP'ê bigirin, lê dê nikaribin pêşî li ber têkoşîan di dilê me de bigirin."
* Lêpirsîna derbarê polîsên ku 3 zarokên temenê wan di navbera 13-17 salan de îşkence kiribûn de, bi biryara neşopandinê bi dawî bû.
* Li Kerboranê di şikeftekê de qoqê seriyan û hestiyên 40 kesî hatibûn dîtin. 13 meh derbas bûn, hê jî lêkolîna derbarê hestiyan de temam nebûye. Xizmên windayan û parêzerên wan xwestin rojek berî rojekê lêkolandin temam bibe.
* Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû diyar kir ku Tirkiye bi operasyonên derveyî sînor, dixwaze hêzên kurd bera hev du bide û heman plan niha jî tê kirin.
* Parêzer Beşdar Hessen, diyar kir ku bi zext û zorîyên Tirkiyeyê cezayê li 5 rojnamevan û aktivîstên li Dihokê hatin girtin hatiye pesendkirin û got: "Tirkiye dixwaze, PDK jî wan digire."
* Velat Çîçek ku di Girtîgeha Kepsût a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku piştî rêziknameya înfaza ceza guheriye ji ber cezayên dîsîplînê yê berê nayê beradan û got: "Îdareyên girtîgehan veguherîne dadgehan."
* Vetha Kolanç a li Cizîrê dijî, di temenê xwe yê 20 saliyê de bi zilamekî zewicandî re zewicî û bi salan tundî lê hat kirin. Kolanç ku niha di xebatên jinan de cih digire, diyar kir ku ger ji destê wê bê dê li serê kolanê bisekine û yek bi yek serpêhatiya xwe ji hemû ciwanan re vebêje.
* Li gundên Şirnexê cih ango zeviyên ku bîçer nikarin lê çinînê bikin, gundî zibareyê çê dikin û li ber stranan palehiyê dikin.
* Weşanxaneya Na, zaravayê kurmancî ya romana Elî Hesenyanî “Karmamiz” ku bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin weşand. Roman behsa jiyana pêşmergeyekî dike.
* Nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 113'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Komxebata "Dem Dema Parastina Ziman e" ya bi Hevkariya MED-DER'ê û HDP'ê ve tê lidarxistin, dê îro jî berdewam bike.
* Komeleya Şêx Seîd wê têkildarî salvegera 96'emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Meydana Şêx Seîd (Meydana Deriyê Çiyê) daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)
* Komeleya Jinan a Gunebakan a Mêrsînê têkildarî Peymana Stenbolê wê li Cemiyeta Rojnamevanan daxuyanî bide çapemeniyê.(12.30)
* HDP wê komcivîna xwe ya li Meclîsê li dar bixe. (12.45)
* Rêxistinên rojnamevanan wê tundiya polîsan ku li rojnamevan Bulent Kiliç kir li ber Walîtiya Stenbolê protesto bike. (14.00)
* Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan wê di salvegera 14'emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Cizîrê were bibîranîn. (16.00)
* Rêxistinên ciwanan wê li ber Operasya Sureyya ya li navçeya Kadikoya Stenbolê bi sermijara "Ji bo Denîz Poyraz edalet, ji bo Pirsûsê edalet" daxuyanî bidin çapemeniyê. (18.30)
* Şanoya Bajêr a Amedê wê pêşandana ewil a lîstika Don Kîşot bike. (19.00)