ŞIRNEX - Cenazeyê Abdulbarî Oner ku di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Abdulbarî Oner ku di sala 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya Şirnexê de jiyana xwe ji desst dabû, piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin. Piştî ku DNA'ya malbatê û cenaze li hev derket, malbatê çû cenazeyê Oner ê li Goristana Bêkesan a Şirnexê derxist.
Cenazeyê Oner li Goristana Şêx Hesen a Hexezê hat definkirin.