Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye

  • rojane
  • 12:57 28 Hezîran 2021
  • |
img

ENQERE - Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir li xakên ku şer li wan xelas nebin û hevrûbûn pêk neyê wê komkujî bidomin û wiha got: “Em hemû neçar in ku li dijî vê yekê derkevin û mafê jiyanê bênavber biparêzin.”

 
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, di meha 114’emîn de derbarê Komkujiya Roboskî ku 19 jê zarok 34 kes têde hatin qetilkirin de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûne û wiha got: “114 meh in gundek, gelek, civakek , welatek bi hev re li edaletê digerin. Ji wê rojê heta niha 496 hefte ne hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. 3 hezar û 471 roj in hê jî edalet pêk nehatiye. Di komisyona ku ji aliyê meclîsê ve hat avakirin de tu encam nehat girtin û darazê jî bêcezatî berdewam kir. Roboskî, sembola bêwijdaniya ku ji ber sînorên hatine xêzkirin derfeta jiyanê nedane mirovên me yên neçar dimînin nanê xwe li ser pişta hêstirê qezenç bikin.”
 
Çevîrmen, bi lêv kir li xaka ku pevçûn lê xelas nebin û hevrûbûn pêk neyê wê komkujî bidomin û wiha axivî: “Em hemû neçar in ku li dijî vê yekê derkevin û mafê jiyanê bênavber biparêzin. Erdnîgarî ne qeder e. Li vê erdnîgariya ku bi dehan şaristanî û gelên qedîm li ser jiyane, bêyî tirsa mirinê jiyaneke adil û azad mafê me yê herî xwezayî ye.”
 
TÊKÇÛNA PERGALA EDALETÊ
 
Di berdewamê de Çevîrmen, bi bîr xist ku malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, di 9’ê nîsanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û wiha berdewam kir: “Îspata têkçûna pergala edaletê yek jî Komkujiya Roboskî ye. Peywîra dewletê ya herî bingehîn parastina mafê jiyanê ya bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xistine bin garantiyê ye.”
 
DENÎZ POYRAZ   
 
Çevîrmen, qala êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyrazê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber gotinên nefretê yên desthilata siyasî, êrîş li xebatkar û rayedarên partiyên siyasî, kes, kom, mûxalîf û rojnamevanan tên kirin. Ev hemû encama neheqî, bêhiqûqî û polîtîkayên şer ên welat in.”
 
LÊGERÎNA EDALETÊ YA ROBOSKÊ
 
Herî dawî Çevîrmen, destnîşan kir ku heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de Roboskî em ê li dijî tundî û şerê ku azadî û mafê jiyanê yê mirovan ji holê radike, mafê xwe yê îtîrazê bênavber bi kar bînin. Ji ber dewlet, bêcezatî, şer, neyîna hiqûq û edaletê em van tiştan dijîn. Heta ku Roboskê neyê ronîkirin, tiştên li Roboskê qewimîn ji gel re neyê vegotin di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûn û demokratîk bûn pêk nayê. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye. Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê teqez di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerm û birîna ku xwîn jê tê ya vê axê û lêgerîna edaletê ye.”
 
 
 
 

Sernavên din

30/06/2021
10:11 Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin
09:51 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Heta ku kurdî azad bibe em ê têbikoşin
09:19 Ên ku belgeya wan a karbidestiyê tune be, dê nikaribin bifiroşin
09:18 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
09:13 Koma 44'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:13 Sînemaya Yilmaz Guney: Hat girtin, hat şewitandin, niha jî dê bikin park
09:09 Dozgeriyê dosyeya qeymeqam Safîturk ji bîr kiriye
09:09 Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e
09:08 PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da
09:07 Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin