WAN - Li ser Gola Wanê wextê ku roj diçe ava, zeraqê tavê li ser rûyê golê dibiriqin û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Li Wanê wextê tav li ser Gola Wanê xatiran ji rojê dixwaze dîmenên pir xweşik derdikevin holê. Tav bi hemû xweşikî û rengên xwe yên sorayî wextê diçe ava li ser Gola Wanê dibiriqe û dîtbariyek pir bedew radixe ber çavan û berê mirovan dide ser xwe.