BEDLÎS - Li navçeya Hîzana Bedlîsê bi beşdariya cerdevanan operasyona leşkeran hat destpêkirin.
Li navçeya Hîzana Bedlîsê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Bi beşdariya gelek cerdevan û leşkeran li zozanên gundên Aladana Şen, Sutaşi û Karasû operasyon hat destpêkirin. Hat zanîn ku duh ÎHA û SÎHA'yan li herêmê firînên kifşê kirine û îro jî operasyon hatiye destpêkirin.