ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku di dema mudaxileya polîsan de hatibû derbkirin û paşê hatibû binçavkirin, rapor wergirt û dê giliyê polîsan bike.
Di 19'ê Hezîranê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina Denîz Poyrazê daxuyaniyek dabûn û polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kiribû. Di dema mudaxileyê de parlementer, hevşaredar jî di nav de gelek kes hatibûn derbkirin. Polîsên ku parlementerên HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz derb kiribûn, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin jî di nav de gelek kes bi erdê ve kaşkiribûn û ew binçav kiribûn. Demîr jî di nav de 15 kesên hatibûn binçavkirin, di heman rojê de hatibûn berdan.
Demîr, piştî ku hat berdan li Amedê çû nexweşxaneyeke taybet û rapor wergirt.
DÊ GILÎ BIKE
Demîr, piştî rapor wergirt serî li Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) a Amedê kir. Demîr, diar kir ku roja duşemê dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê bide û paşê biçe Serdozgeriya Komarê ya Êlihê giliyê polîsan bike. Demîr, destnîşan kir ku heger li vir hiqûq nekeve dewrê dê serî li DMME'yê bide û got: "Kesên li orta kuçeyan mirovan hedef digirin û wan îşkence dikin, divê di hizûra hiqûqê de bên cezakirin."
MA / Fethî Balaman