NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 266 kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 266 kesên din jî pê ketine.
Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 524 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 404 hezar û 144.