Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin

  • rojane
  • 14:33 26 Hezîran 2021
  • |
img
ANKARA - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku dema emeliyatê destê girtiyê nexweşê penceşêrê Yûsûf Yakşî hatiye kelemçekirin û xwest ku Yakşî ku xetereya jiyana wî heye were berdan.
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 355’emîn  a çalakiya xwe de bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût, rewşa girtiyê nexweş ê penceşêrê Yûsûf Yakşî yê 31 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Sîncanê dimîne vegot. Tûrgût, da zanîn ku malbata Yakşî di demên cuda de serî li ÎHD’ê daye û diyar kir ku malbatê di serlêdana dawî de agahiya ku rewşa Yakşî xerab bûye daye.
 
DI DEMA EMELIYATÊ DE DESTÊ WÎ KELEMÇE KIRIN
 
Tûrgût, bi lêv kir ku nexweşiya Yakşî li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ku beriya niha lê mabû destpêkiriye û wiha got: “Yakşî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê û Herêmê ya Erziromê hatiye kirin û di 14’ê tebaxa 2020’an de hatiye tespîtkirin ku di gewriya wî de penceşêr heye. Piştî ku li Erziromê nexweşiya wî hat tespîtkirin bi emeliyatekê kunek li gewriya wî hatiye vekirin û xortumeke hesin xistine gewriya wî. Di dema vê operasyonê de cenderme jî li cem wî sekininîne û bi awayekî dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin.”
 
SEWQÎ ENQEREYÊ HAT KIRIN
 
Tûrgût, anî ziman ku piştî li Erziromê penceşêr hat tespîtkirin, Yakşî bi awayekî lezgîn sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê hatiye kirin û ev agahî parve kirin: “Yakşî, niha li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin. Pansumana kuna ku li gewriya wî hat vekirin li revîrê tê kirin. Di pêvajoya sewqê de jî hin pirsgirêk jiyane, tedawiya wî dereng hatiye kirin û perçeyê di gewriya wî de mezin bûye. Li Nexweşxaneya Hacettepeyê emeliyat bûye û perçeyê di gewriya wî de hatiye wergirtin. Di êvara roja ku emeliyat bû dîsa birine girtîgehê û xistine cihekî yek kesî de. Vê rewşê bandoreke neyînî li tenduristiya wî kiriye.”
 
‘RAPORA DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE DAN WÎ’
 
Tûrgût, destnîşan kir ku ji ber emeliyat û tedawiya radyoterapiyê serkeftî nebûn rewşa Yakşî baş nebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de saziya me ji saziyên fermî re nivîs nivîsandine û xwestiye ku heta Yakşî baş bibe infaza wî were taloqkirin. Di çarçoveya daxwazên parêzerên wî de sewqî Saziya Tiba Edlî hatiye kirin lê rapora ku ji wir dan de dibêjin ku Yakşî dikare di girtîgehê de bimîne û bi vî şiklî ji berdana wî re bûne asteng.” Tûrgût, da zanîn ku malbatê di 21’ê hezîranê de bi Yakşî re hevdîtin kiriye û ragihandiye ku Yakşî kîloyeke zêde daye.
 
BANGA BERDANÊ
 
Tûrgût, diyar kir ku ji bo Yakşî biaxive divê  hesinê di gewriya wî de were derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yakşî nikare xwarinên hişk bixwe, bi ava xwarinan xwe xwedî dike. Lê tena serê xwe zehmetiyê dikşîne. Ligel ku hewcehî bi alîkariya kesekî din heye jî ji ber koronayê tena serê xwe li odeyekê tê ragirtin. Li wê derê rewşa wî girantir dibe. Ji ber nexweşiya pênceşêrê jiyana Yûsûf Yakşî di bin rîskê de ye. Di girtîgehê de her ku diçe rewşa wî nebaştir dibe. Ji bo malbata Yûsûf Yakşî di şertên baştir de bikare wî tedawî bike, divê Yakşî demildest were berdan.”
 

Sernavên din

27/06/2021
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome
09:04 Li Wanê kêlî bi kêlî dîmenên trajediya penaberan
09:01 Li Mamakê roj li nîvro tiryakê difiroşin!
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:30 Baroya Çewlîgê: Bi şewatan, herêmê tînin asta ku jiyan lê nebe
26/06/2021
20:57 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Tecrîdê şermezar kirin
17:02 Li Dara Hênî şewat: Gund dibin xeteriyê de ne
16:32 Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne
16:03 ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan
15:10 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Em ê têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidomînin
14:33 Di dema emeliyatê de girtiyê nexweşê penceşêrê kelemçe kirin
14:24 Dema bavê wî winda kirin 4 salî bû: Dixwazim gorek wî hebe
13:56 TGC'ê Veyîs Ateş ji endamtiya xwe derxist
13:47 Îşkence bi 'polîtîkayên bêcezahiştinê' derket astên cuda
13:40 Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn
13:39 Parêzerên Doza Xelfetî: Berî ku lêpirsîna îşkenceyê bidawî bibe, biryar dan
12:51 ‘Reva ji zilmê bû sedema mirina wî’
12:28 Baroya Stenbolê wê ji bo piştgiriya Malbata Şenyaşar bê Rihayê
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin