ARTVÎN - Hunermend Kazim Koyûncû yê ji Derya Reş di salvegera mirina xwe ya 16’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Hunermend Kazim Koyûncû yê ji Derya Reş ê di 25’ê hezîrana 2005'an de jiyana xwe ji dest da di salvegera mirina xwe ya 16’emîn de li ser gora xwe ya li navçeya Hopa Artvînê hat bibîranîn. Malbata Koyûncû û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Rêveberê Malên Gel ê Hopayê Kamil Ustabaş di merasîmê de axivî û ji welatê wan hunermend ango însanek pir bi nirx derketiye û carek din wî bibîr tînin.
Merasîma bîranînê bi guhdariya stranan bi dawî bû.