* Serokê Odeya Çandiniyê ya Agiriyê Omer Yildiz, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê îsal genim û ceh pir kêm e û got: "Cotkar ji ber hişkesaliyê perîşan bûne."
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê li Wanê tûrnûvaya futbolê li dar bixe. Meclîsê ji bo beşdarbûyînê bang kir.
* S.K., biraziyê Şaredarê Eyyûbiyeyê Mehmet Kûş, bêehliyet wesayît şixulandibû û bûbû sedema mirina 4 kesan. Paşê 6 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn, lê piştî 8 mehan di girtîgehê de ma, hat berdan. Leyla Çîftçî ku di qezayê de dê û bavên wê û du birayên wê jiyana xwe ji dest dan, îdia kir ku di dema darizandinê de şaredar pere û kar teklîfî wan kiriye, ji bo dev ji giliyê berdin.
* Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 108'emîn wê berdewam bike.
* Danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren wê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza polis Selahattîn K. ku Şahîn Oner bi maşîneya zirxî pelçiqandibû wê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17-00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê têkildarî êrişa li dijî partiya wan û derbarê doza girtinê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (11:00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê wê "Rapora Lekolîna Girtîgehan a Êlihê" aşkera bike. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya civîna "Ji bo heqîqet û edaletê can tên gel hev" de wê qurnefîl deyne Bîrdariya Seyît Riza. (15.00)