STENBOL - Danişîna rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol û rojnamevan Reyhan Çapan ên ji doza Ozgur Gundemê tên darizandin hat taloqkirin.
Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Huseyîn Aykol û Midura Karên Nivîsan Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak û Kemal Aykût bi hêceta nûçeya “Qesr har û dîn bû” ya di 18’ê îloana 2015’an de hatibû weşandin çêkirine bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç amade bû. Şandeya dadgehê biryara girtina derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût de dubare kir û danişînê taloqî 3’yê mijdarê kir.