Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!

  • rojane
  • 12:35 22 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Talankirina pîşesaziya Helebê, zeytûnên Efrînê, dexl û zadê Grê Spî û berhemên dîrokî ku rojnamevan Serdal Akînan anîn ziman, beriya niha çapameniya kurd gelek caran aniye rojevê. 

Rojnameger Serdal Akîna, beriya çend rojan tevlî weşan KRT TV'yê bûbû û hin agahiyên ku derbarê talankirina ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê tê kirin parve kiribûn. Akînan, got ku herêma herî girîng a pîşesaziyê ya Sûriyeyê hatiye talankirin û amûrên kargehan veguhastine Tirkiyeyê. Akînan, da zanîn ku piraniya vê talankirinê bi destê şîrketa hevjînê rojnamereke jin a nûnertiya Enqereyê dike hatiye kirin. Her wiha Akînan, diyar kiribû ku darên zeytûnan ji kokê ve ji cihê xwe hatine derxistin û ji bo Tirkiyeyê hatine veguhastin û şîrketa ku vê dike jî şîrketa birayê wezîrekê AKP'ê ye. 
 
Vê talankirina ku Akînan anî rojevê, beriya niha gelek caran ji aliyê çapameniyê kurd ve bûbû mijar û gelek nûçe hatibûn amedekirin. Ji aliyê çapemeniya kurd ve talankirina pîşesaziya Helebê, zeytûnên Efrînê, dexl û zadê Grê Spî û berhemên dîrokî gelek caran bi belgeyên wan ji raya giştî re hatibû ragihandin. 
 
ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ VEGUHASTIN TIRKIYEYÊ
 
Beriya dagirkirina Efrînê ya bi destê Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) di navbera 18-20 milyonan de darên zeytûnan li Efrînê hebûn. Çavkaniya bingehîn a debarê li bajar zeytûn bûn û salê 270 hezar ton zeyt dihat hilberandin.  Piştî dagirkirinê 15 hezar donim darên zeytûnan hat tunekirin û hilberandina zeytê li bajar daket 75 hezar tonan. 
 
Piştî dagirkirinê bihayê zeytûnan jî daket û bazirganên ereb zeytûnan derbasî Tirkiyeyê kirin û li vir firotin. Bi navê "zeytûnên ereb" zeytûnên Efrînê heta Iraqê jî birin. Dîsa zeyta Efrînê bi etîketa "zeyta tirk" ji bo welatên Yekitiya Ewropayê (YE) hat firotin. Nûçeya derbarê talankirina zeytûnên Efrînê bi lînkê dikare bê xwendin: 
 
ZEYTA EFRÎNÊ LI PARLAMENTIYA SWÎSRÊ YE
 
Di hûrguliyên nûçeyê de agahiyên derbarê zeyta Efrînê de ku Parlamenterê Partiya Demokrata Kevneperest Bernhard Guhl dibe rojeva Parlamentoya Swîsreyê jî heye. Guhl, di axaftina xwe de ev tişt gotibûn: "Li Efrînê ku dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de eye zeytûn ji aliyê hêzên tirk û milîtanên ku piştgiriya wan dike ve tên talnkirin. Zeytûnên ku didizin li Îspanyayê difiroşin."
 
DIZÎNA 16 HEZAR BERHEMÊN DÎROKÎ
 
Talankirina berhemên dîrokî yên li Efrînê ku ji aliyê balfirên Tirkiyeyê ve dihatin talankirin jî gelek caran bûn mijara çapameniya kurd. Girên Darê ku ji aliyê UNESCO'yê ve weke bajarê herî girîng ê dîrokî yê Sûriyeyê hatibû îlankirin, ji aliyê balafirên tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişên Tirkiyeyê de Keleya Nebî Hûrî, Perestgeha Marmaron û navendên baeriyê yên êzidiyan hatin hilweşandin. Piştî ku bajar hat dagirkirin gelek berhemên dîrokî hatin dizîn û derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Tê payîn ku 16 hezar berhemên dîrokî hatine dizîn. Nûçeya derbarê talankirina berhemên dîrokî yên Efrînê bi lînkê dikare bê xwendin: 
 
176 HEZAR DEXL Û ZAD HAT TALANKIRIN
 
Piştî Efrînê li Grê Spî û Serê Kaniyê jî bi dagirkirina Tirkiyeyê re talankirina dexl û zad dest pê kir. Li her du bajaran weke zeytûnên Efrînê ceh û genim hatin dizîn û derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Li Grê Spî dema ku gel nan nedît û serî hil dida Tirkiyeyê ji Grê Spî û Serê Kaniyê 176 hezar ton dexl û zad veguhast Rihayê. Nûçeya ku ajansa me derbarê vê mijarê de derbas kir bi lînkê dikare bê xwendin: http://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/138081
 
Li van bajarên ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li wan cih bûne derî, pace û mobîlya jî hatine talankirin.
 
PÎŞESAZIYA BAJAREKÎ HAT TALANKIRIN
 
Piştû ku Heleb ket bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku Tirkiye û Erebistana Siûdî piştgirî didane wan, pîşesaziya wê hat talankirin. Ev talankirin jî di çapameniya kurd cih girt û derbarê mijarê de nûçe hatin derbaskirin. Di nûçeyeke Rojnameger Abdurrahma Gok a derbarê vê talankirinê de navbernaveke wiha ye: "Pîşesaziya welatekî dizîne." Di beşeke nûçeyê de tê gotin ku kargeh û makîneyên wan hatine talankirin. Nûçeya derbarê vê talankirinê bi vê lînkê dikare bê xwendin: 
 
PÎŞESAZIYA HELEBÊ VEGUHASTIN DÎLOKÊ
 
Di nûçeyeke Rojnameger Nazim Daştan a derbarê talankirina Helebê de qala rola Belebê ya di bazirganiyê de tê kirin û tê gotin ku komên selefî yên li Helebê pîşesaziya bajar desteser kirine û jargehan vala kirine û berhemên wan derbasî Ezazê û ji vir jî derbasî Dîlokê kirine. Daştan, di berdewama nûçeya xwe de dibêje ku hêza kar a li Helebê ji bo bajarên Dîlok, Stenbol û bajarên hundir ên Tirkiyeyê hatine veguhastin. Nûçeya derbarê vê talankirinê jî bi vê lînkê dikare bê xwendin: 
 
MA / Bariş Polat
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/06/2021
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
09:05 ‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'
09:05 Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
09:05 Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
09:04 Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:49 Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin
08:28 Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin
22/06/2021
22:08 Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê
21:42 Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome
20:21 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:40 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
17:10 Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî
16:54 Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin
16:34 KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
16:31 Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin
16:23 Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê
16:00 Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin
15:45 Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin
15:41 Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin
15:39 Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike
15:02 Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin
14:41 Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin
14:12 Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike
14:12 Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr
13:49 Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe
13:47 Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe
13:42 Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin
13:20 Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne
12:41 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:35 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
12:35 Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!
12:32 Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye!
12:25 Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin
12:03 Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin
11:55 Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin
11:24 ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ taloq bû
11:16 Li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin
10:57 Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan