Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike

  • rojane
  • 15:32 21 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, derbarê serdanên xwe yên li Herêma Kurdistanê de li Brıkselê daxuyanî da û ev tişt got: "Tirkiye sûcên şer dike, gundan vala dike û dixwaze herêmê dagir bike."

 
Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ku serdana Herêma Kurdistanê kir û hin hevdîtinan pêk anî, li Clûba Çapemeniyê (Press Club) ya li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapameniyê li dar xist. Înîsiyatîfê, diyar kir ku Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) naxwazin êrişên ku Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê didomîne bên dîtin. Endamên înîsiyatîfê, astengiyên ku li herêmê pê re rû bi rû man, armanca serdana xwe û tiştên ku hatin serê wan parvekirin. 
 
VERMAÛT: GUND TÊN VALAKIRIN
 
Endamê Departmana Tifaqa Parastina Maf û Azadiyên Navneteweyî (AIDL) ku di bin sîwana tifaqê de binpêkirinên mafan lêpirsîn dike Andy Vermaut, diyar kir ku Tirkiye sûcên şer dike, gundan vala dike û dixwaze herêmê dagir bike û ev tişt gotin: "Dewleta tirk bi droneyan li ser gundan zextê çêdike û zorê li gel dikin ku herêmê terk bikin. Mirovên ku diçin wir tên astengkirin û herkes weke terorîst tê dîtin. Me xwest em bi mirovan re hevdîtin bikin, lê em hatin astengkirin. Me hîn kir ku ji ber bomberdûmanên Tirkiyeyê gelek mirov di nav şertên zor de li wir dijîn. Li Metînayê hezar û 500 gundiyan neçar man gundên xwe terk bikin. 22 gund hatin valakirin. Mirov neçar man ji gundên xwe birevin û êdî nikarin vegerin jî Ev jî dibe sedem ku rêxistinbûna civakî xera bibe. Di heman demê de xesar li xwezayê jî tê kirin. Li derveyî qanûnan dar tên birîn. Kewarên mişên hingivî xesar dibînin. Lİ ser cotkaran zexteke mezin heye."
 
Vermaut, tespîtên ku li herêmê kirine wiha rêz kir: 
 
“* Li Metîna 7 hezar donim qada daristan hat şewitandin.
 
* Hîn kir ku darên hatine birîn bi sedana qamyonan birine Tirkiyeyê.
 
* Niha gundî neçar in ku sewalen xwe bifiroşin, lewre deverên ku sewalên xwe bibinê nemane. Nikarin biçin zozan û çiyayan. Nikarin sewalkariyê bikin. 
 
* Li Avaşînê 16 gund hatin valakirin. Tirkiye ket van gundan. Ev jî dagirkirina xaka Iraqê ye. 
 
* Em bang li Iraq û civaka navneteweyî dikin ku pêşî li vê bigirin." 
 
SCHNEBLI: ŞEREKÎ KU NAXWAZIN EM BIBÎNIN HEYE
 
Endamê berê yê Meclisa Şaredariya Cenevreyê Tobia Schnebli, bal kişand ser astengiyên ku li Almanya û Hewlerê ji wan re hatine derxistin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Polisên alman berî ku em biçin Hewlerê em lêpirsîn kirin. Ji min hinceteke derbasdar dixwestin. Dema ku em vedigeriyan pêşwaziyeke wiha çêdibû. Me bi zorê ji Hewlerê şandina Frankfûrtê. Ev parçeyekî şerê hatiye jêbîrkirin e. Niha dibînin ku qet nehatiye jêbîrkirin. Şerekî ku ji me vedişêrin. Ditirsin ku ev şer li Ewropa bê bihîstin. Lewre ev şerekî li dijî mirovahiyê ye. Diviya ev bi awayekî bihata piştrastkirin. Sûcên şer hene. Dixwazin ku em êrişên Tirkiyeyê nebînin. Surprîza ku bandoreke giran li min kir jî astengkirina welatekî Ewropayê yê mîna Almanyayê bû. Astengkirina Almanyayê dûrî aqilan bû. 
 
'FIROTINA ÇEKAN ŞERM E'
 
Di berdewamê de Schnebli, bi lêv kir ku li herêmê şer, sûcên şer heye û wan jî bi awayekî radîkal xwestine vê belge bikin û wiha pêde çû: "Me ji bo vê deng girt û hatin hilbijartin. Divê em mafê gelên ku di bin zextê de ne biparêzin. Di serî de gelê kurd tê. Welatê min Swîsre jî çekan difiroşe Tirkiyeyê. Drone ne tenê li Kurdistanê li Ermenistanê jî ji bo qetilkirina sivîlan hatin bikaranîn. Ev di heman demê de şerma Swîsreyê ye. Divê ku di şertên şer de sivîl bên parastin lê Swîsre ji bo sûcên şer bike çekan difiroşe Tirkiyeyê."
 
COURTOIS: SEKENEKE DIJBER A PDK'Ê HEYE 
 
Ji sendîkaya karkeran a FTGB'ê Quentin Courtois jî destnîşan kir ku armanca wan rawestandina êrişan û pêşxistina diyaloga di navbera hêzên kurd de bûye û ev tişt anîn ziman: "Hêzên PDK'ê serdana me ya Şengalê asteng kirin. Ji aliyê PDK'ê ve sekneke dijber hebû. Li partiyên ku me xwest bi wan re hevdîtin bikin geriyan û hevdîtinên me yên bi wan re betal kirin. Ji 10'ê hezîranê ve em agahî ji 3 kesên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nagirin. Dema ku Berpirsê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê hat hevdîtina bi me re bi 9 endamên îstixbaratê re hat. Hat qedexekirin ku em li ber Ofise NY'yê daxuyanî bidin û serdana cihên êriş li wan hatine kirin bikin. Me di otelê de girtin."
 
'EM BI SER KETIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Courtois, ev tişt gotin: "Me ji bo yekitiya hêzên kurd hevdîtinan kir. Li gorî min jî ev destpêk û nîşaneya tifaqê ye. Ev peyaman yekitiyê ya hêzên kurd bû. Belim ku vekişandina Tirkiyeyê pêk nanî lê dîsa jî hêzên kurd li dor meseyekê li hev civiyan. Ez di wê fikrê de me ku em bi serketin. Bila şaş neyê fêmkirin, ji bo ku em cihê kurdan bigirin ne li vir in. Lê YE û NY tiştekî nakin. Lê ev rol û karê wan e. Li cihên ku sûcên şer tên kirin rola wan heye. Ji ber ku ew rola xwe nalîzin weke welatiyên Ewropayê me ev înîsiyatîf girt ser xwe. Tişta herî şerm jî bêdengiya çapameniyê ye."
 
 

Sernavên din

22/06/2021
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye
09:02 Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:24 Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan
21/06/2021
21:53 Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn!
20:19 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin
20:14 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin
20:01 Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin
19:33 Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin
18:44 Hevserokê HDP'a Agiriyê Akar hat binçavkirin
17:18 Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin
17:07 'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e'
16:55 Li avahiyên rêxistinên HDP’ê şîn hatin danîn û qetilkirin hat şermezarkirin
16:53 Navên 451 HDP’iyên ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin
16:03 Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin
15:55 Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin
15:49 Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin
15:39 Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin
15:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike
14:49 Sancar: Dozgerê dozê îqtidar be wê parêzerê wê jî gel be
14:48 Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir
14:23 31 komele û federasyonan banga têkoşîna bi HDP’ê re kirin
14:14 Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin!
14:09 Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin
13:55 Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin
13:49 TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin
13:41 Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere
13:39 Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket
12:34 Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin
12:29 6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin
12:19 Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir
11:57 Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin
11:44 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:42 AYM'ê îdianameya ji bo girtina HDP’ê qebûl kir
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'