Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin

  • rojane
  • 12:34 21 Hezîran 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzera HDP’ê Turkan Aslan, diyar kir ku lêpirsîna derbarê Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir de bi awayekê sersar birêve birin û da zanîn ku divê teşwîqkerên êrişê û kesên ku alîkarî dan vê êrişê bên aşkere kirin û lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.

 
Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîranê de êrişî Rêxistina PArtiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî ku Gencer teslîm bû, berî ku 24 saet derbas bibin, bi sûçdariya “Kuştina bi sêwirandî” hatibû girtin.
 
Êrişkar Gencer, bi xwînsariyek mezin di îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polîsan û dozgeriyê qala cînayet û êrişê kiribû û da bû zanîn ku ew ne pîşmane. Gencer, di heman demê de gotibû ku wî bi tena serê xwe ev êriş pêk aniye. Tevî pêvajoya berî êrişê, dema êrişê û awayê pêk anîna êrişê, dîsa li pişt perdeya êrişê, pirsên ku nehatine bersivandin hene. 
 
Parêzera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Turkan Aslan, derbarê êrişa li dijî HDP’ê, lêpirsîna têkildarî derberê Gencer hat meşandin, lewaztiya ewlekariyê ya derket holê û pêvajoya piştî bûyerê nirxandin. 
 
Prz. Turkan, ewil bal kişand ser cihê avahiya Rêxistina HDP’ê ya ku êriş lê pêk hat û wiha axivî: “Ev der cihe  navendiye, hatin û çeyîn lê pir zêdeye. Di heman demê de avahiya partiyê, nêzî Şaxa TEM’ê ya girêdayê Midûriyeta Polîsan a Bajêre. Dîsa li ber avahiya partiyê ev demek dirêj, konekê ji aliyê polîsan ve hatiye danîn heye. Li vê derê bi polîsên fermî re her tim polîsên sîvîl dimînin. Li vê derê hemû kesên dikevin avahiya HDP’ê kontrol dikin. Yanî ketin û derketin vê derê dibin kontoral Miduriyeta Polîsan de ye. Di dema bûyerê de, rêveberên partiyê rastî polîsên sivîl ên li ber derî rawestiyane tên. Dema ku kujer saet 10:30’an de dikeve avahiya kar, polîsên sîvîl li wir hebûn. Êrişkar di ber polîsên sîvîl re derbas dibe û dikeve hûndir.”
 
LIGEL KU DENGÊ ÇEKAN TÊN JÎ, MUDAXILE NAKIN 
 
Aslan, anî ziman ku di dema êrişê de, polîs dengê qîrîniyê seh dikin, lê mudaxileyî bûyerê nakin û wiha got: “Wê demê, Hevserokê Bajêr û xebatkarên partiyê tên cihê bûyer. Dema ku dixwazin bikevin hûndir, polîs ji wan re dibêjin êrîşkerek li jor heye û wan asteng dikin. Destên van polîsên sîvîl de çek hebûn. Li ber derî hatibûn bi cih kirin. Rêveberê avahiyê û xwediyên kargehan ên di avahiyê de, dengê çekê dibihîsin. Bi dengê çekê rê xwe berdidin xwarê û ji 3 polîsên li ber derî re dibêjin, dengê çekan bihîstin. Lê li gel vê jî polîs mudaxile nakin.” 
 
LEZA GIRTINA KUJER!
 
Aslan, ji bo girtina êrişker û qedandina pêvajoyê ya di nav 24 saetan jî got "lezek ecêb bû” û wiha pê de çû: “Ji girtekên êrişkar jî tê fêm kirin ku saet 11:15 sibê hatiye binçavkirin. Roja din di 9.30’an de wî sewqî dadgehê dikin. Berî ku 24 saet dije bibin, hemû kar û barên wî bi dawî dikin. Bêyî ku lêkolîn bikin, îfadeyan bigirin, delîlan kom bikin, polîs derbarê wî de fezlekeyê amede dike û sewqî dozger dikin. Heya niha me nebûne şahêdê lez wisan. Mirovên ku tenê ji ber parvekirinên medya dijîtal tên binçavkirin jî 4,10 û 14 rojan dibin çavan de tên girtin. Têkiliyên wan tên lêkolînkirin. Lê li vir, êrişek li dijî partiyek siyasî pêk tê û xebatkarekê wê hatiye  kuştin, tenê rojekê dibin çavan de dihêlin.” 
 
LI PIŞT ÊRIŞÊ HÊZEK RÊXISTINKIRÎ HEYE
 
Aslan, dest nîşan kir ku bit olana pirsên bê bersiv hatine hiştin hene û wiha bi dawî kir: “Lêpirsîn êdî ji aliyê dozger ve tê bi rêve birin. Gelek delîlên nehatine kom kirin hene. Bi awayekê ji rêzê îfadeya kujer girtine. Bi vê lêpirsîna ji rêzê sewqî dozger dikin. Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin. Lê ev kar ne karê kesekê bi tenê ye. Ev kar kerê hêzeke birêxistinkiriye. Divê lêpirsînek bi bandor bê bi rêve birin. Em li bendê ku ev bûyer bi her awayî bê lêkolîn kirin û di vê çarçoveyê de lêpirsîn bê dewam kirin.”
 
MA / Bêrîvan Altan – Nacî Kaya
 

Sernavên din

22/06/2021
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye
09:02 Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:24 Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan
21/06/2021
21:53 Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn!
20:19 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin
20:14 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin
20:01 Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin
19:33 Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin
18:44 Hevserokê HDP'a Agiriyê Akar hat binçavkirin
17:18 Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin
17:07 'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e'
16:55 Li avahiyên rêxistinên HDP’ê şîn hatin danîn û qetilkirin hat şermezarkirin
16:53 Navên 451 HDP’iyên ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin
16:03 Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin
15:55 Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin
15:49 Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin
15:39 Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin
15:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike
14:49 Sancar: Dozgerê dozê îqtidar be wê parêzerê wê jî gel be
14:48 Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir
14:23 31 komele û federasyonan banga têkoşîna bi HDP’ê re kirin
14:14 Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin!
14:09 Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin
13:55 Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin
13:49 TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin
13:41 Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere
13:39 Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket
12:34 Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin
12:29 6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin
12:19 Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir
11:57 Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin
11:44 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:42 AYM'ê îdianameya ji bo girtina HDP’ê qebûl kir
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'