* Jinên gudê Şêxanê yê navçeya Payîzavayê ku rê, av û şebekê lê tuneye li dijî avakirina kana mermer a li gund derketin û ev daxwaz kirin: “Em ne kana mermer, rê, av û axurên me yên ku hatin hilweşandin dixwazin.”
* Serokê Lîjneya Rêveberiya Çûkûrova Goç Derê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku pirsgirêka koçberiya bi darê zorê girêdayî polîtîkaya çareserkirina Pirsgirêka Kurd e û ev tişt got: “Divê êdî pêvajoya şer bi dawî bibe û aştiya civakî bê sazkirin.”
* Dayika Mert Ekîncî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Şerîfe Ekîncî, diyar kir ku ligel kurê wê ji ber nexweşiya mîdeyê ji ser hişê xwe çûye jî nebirine nexweşxaneyê.
* Di ser betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê re 3 meh derbas bûn. Jin di van 3 mehan de li gelek kolan û qadan kom bûn û çalakî li dar xistin. Jinan di çalakiyan de peyama "Em dest ji vê peymane bernadin." dan û israra parastina peymanê anîn ziman.
* Gundiyên gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ku li dijî kana mermer li ber xwe didin, ji aliyê qaymeqamê navçeyê ve ev gef li wan hat xwarin: “Heke hûn ji malan dernekevin ez ê bi zimanekî din bi we re biaxivim. Ev der mêrga dewletê ye.”
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê girtiyên di grevê de li benda rêya çareseriyê ya gel û rêxistinên sivîl in û ev tişt got: “Tiştên ku divê bê kirin kesên li hundir dikin. A girîng kesên li derve çi dikin.”
* HDP’iyên ku piştî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku endama partiyê Denîz Poyraz têde hat qetilkirin, li Wanê dest bi nobetê kirin, ev tişt gotin: "Em bi xwedîderketina mîrateya hevrê Denîz têkoşîna xwe mezin bikin."
* Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku çeteyên ku ji aliyê dewletê ve tên xwedîkirin di nav civakê de kujeran hildiberînin û ev tişt got: "Mînaka herî dawî li Îzmîrê bi qetilkirina endama partiyê Denîz Poyraz hatiye dîtin."
* Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja 6'emîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (09.30)
* Serdanên ji bo şîna Denîz Poyraz a li taxa Doga ya Îzmîrê wê berdewam bikin. (10.00)
* Wê li gelek navçe û bajaran têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî werin dayîn. (11.00-16.00)
* Baroya Amedê bi wesîleya Roja Cîhanê ya Penaberan wê li avahiya xwe raporek eşkere bike. (12.00)
* Şandeyek ji Yekîtiya Ewropayê (YE) wê serdana avahiya HDP'a Îzmîrê ku bi êrişê re rûbirû mabû bike. (13.00-15.00)
* Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamya bi boneya Hefteya Koçberiyê wê beşdariya rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li ber Minareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî bide çapemeniyê. (16.00)