Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê

  • rojane
  • 14:42 20 Hezîran 2021
  • |
img
AMED – 324 rojnamegerên kurd bi daxuyaniyeke hevpar banga bidawîkirina gengeşiya li başurê Kurdistanê ya di navbera hêzên kurd de kirin û xwestin ku tu partiyeke kurd têkiliyên xwe bi dagirkeran re bi pêş nexe. 
 
Êrişa ku Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê da destpêkirin, didome. Ji ber vê erişî li başurê Kurdistanê di nav hêzên kurd de gengeşiyeke mezin derketiye û bang tên kirin ev gengeşî bi dawî bibe.Ji başûr, rojava, rojhilat û bakurê Kurdistanê 324 rojnamegerên kurd bi daxuyaniyek hevpar banga bidawîkirina gengeşiya li başurê Kurdistanê ya di navbera hêzên kurd de kirin. Rojnmegeran, di daxuyaniya xwe de ji hêzên kurd xwestin ku pirsgirêkên di navbera xwe de bi dawî bikin û yekitiye neteweyî pêk bînin. 
 
KOMKUJÎ Û ENFAL
 
Tevahiya daxuyaniya rojnamegeran kurd wiha ye:
 
“Welatê me bi sedsalan e her tim di bin zext û zora kes û aliyên şerxwaz û dagirker de weke herêmeke talanê hatiye bikaranîn. Di gel vê rewşa ne baş jî Kurd her tim xwe li ser piyan girtine û ji bo hebûna xwe li berxwe dane.
 
Gelê Kurd ev sedsalê jî, ji bo ku xwe ji qirkirin û tinekirênê biparêze tekoşîneke bêhempa dide meşandin. Pir caran li dijî zilm û zoriya serdestan serhildanan pêk anîne, lê her tim rastî komkujî û enfalan hatine.
 
Di sedsala 21’emîn de Kurd êdî vê neheqî û qedera ku ji wan re hatiye pîvan qebûl nakin. Lewra li çar aliyê welêt ji bo ku statuya xwe bi dest bêxin têkoşîna xwe didomînin. Lê belê mijarek heye ku her tim bûye asteng ji bo hebûn û statuya Kurdan. Ev yek jî dirûstnekirina yekîtiya netewî ye, bi zimanê demên berê ku em bêjin; birakujiya di nava Kurdan de ye.
 
DAGIRKERÎ Û TALANKERÎ
 
Îro dîsa em di demeke wisa de ne ku wê Kurd bixwe biryara hebûn an tinebûna xwe bidin. Sedsala 21’emîn fersendeke mezin avakiribû hem ji bo yekîtiya Kurdan, hem jî ji bo statuya di asta cîhanî de. Lê belê mixabin zordest û dagirker dixwazin careke din ev gel binax bibe û serê xwe raneke. Ji ber vê yekê êrîş û dagirkerî û talankerî li ser axa me kêm nabe û serkêşiya vê jî dewleta Tirk dike.
 
Li dijî vê yekê pêwîst bû ku Kurd bibin yek û li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin, berxwedaneke yekrêz li dar bixin. Lê belê mixabin ev yek pêk nayê û Kurd careke din bi wendakirineke ku wê mohra xwe li sedsala pêşiya me bide re rûbirû ne.
 
Em weke rojnamevan û nivîskarên ku dixwazin xaka pîroz ji bin destê dagirkeriyê derkeve û welatê wan azad bibe bang dikin û dibêjin:
 
TÊKILIYA BI DAGIRKERAN XESAR DINE KURDAN
 
Ev aloziya ku li Başurê Kurdistanê di nava hêz û layanên Kurd de rû dide xizmeta yek ferdekî Kurd nake. Divê tu hêz û hizbên Kurd bi dagirkeran re nekevin têkiliyên ku zirar didin hêz û hizbek din a Kurdan. Ev rewş tenê bi kêrî dijminên Kurdan tê û wan kêfxweş dike. Qet berjewendiya Kurdan di şerekî navxweyî de tine ye.
 
Kurd encax dema yekîtiya xwe pêk bînin dikarin bibin mirovên şanaz û bextewar di asta nav neteweyî de. Kurd, encax dema yekîtiya netewî sazkirin dikarin bibin hêzek mezin û dengê xwe ji bo qedera xwe bilind bikin. 
 
Ji ber van sedeman em careke din bang li tevahiya partî, hêz û tevahiya civaka Kurd dikin û dibêjin; bila gelê me careke din bi wendakirinê re rûbirû nemîne û aloziya li Başurê Kurdistanê bi dawî bibe.
 
Em weke rojnamevan û nivîskarên navê wan li jêr nivîsandiye vê bangê bi tevahiya raya giştî re parve dikin.”
 
Navên rojnamegerên ku piştgirî dane daxuyaniyê jî wiha ne:
 
“Abdulcelil Ürün, Abdulvahap Taş, Abdurrahman Gök, Abdurrezak Seçkin, Abîd Kar, Adnan Bilen, Agit Bağrıyanık, Ahmet Güneş, Ahmet Kahraman, Ahmet Kanbal, Ahmet Turhallı, Alan Miyş, Ali Binen, Ali Dağlı, Alî Mehmud, Ali Özşerik, Amara Yürek, Arîn Siwêd, Arjin Dilek Öncel, Asos Herdî, Aybüke Ediş, Aydin Yıldız, Aysel Tabak, Ayşe Güney, Ayşe Kara, Ayşe Newroz Oyman, Ayşe Yüksel, Aziz Köyluoğlu, Aziz Oruç, Bahattin Akhan, Barış Boyraz, Barış Polat, Basil Reşîd, Bayram Balcı, Bedran Dere, Bêkes Hemê Qadir, Bengîn Sîdo, Berat Çiftkuran, Berfin Karaman, Berhem Letîf Heme Salih, Beritan Canözer, Beritan Elyakut, Bêrîtan Sarya, Berîtan Zagros, Berivan Altan, Berîvan Elî Hisên, Berivan Kayi, Berivan Tintaş, Bêrîvan Xalid, Berna Kişin, Bêxal Qadir Reşîd, Bilal Gezer, Bilal Güldem, Botan Hisên, Burhan Ekinci, Cafer Tar, Cahit Mervan, Cahit Özbek, Camêr Marabî, Cefer Cefo, Celal Çwartayî, Cemal Çelkî, Cemal Turan, Cemil Uğur, Cemşîd Heyderî, Cengiz Özbasar, Ceylan Şahin, Cihan Bilgin, Cihan Ölmez, Ciwan Melle Îbrahîm, Ciwana Cuma, Cuma Daş, Cuma Mihemed, Çetin Altun, Deniz Babir, Deniz İke, Deniz Nazlım, Derya Ceylan, Derya Us, Deştî Berzewarî, Devran Toptaş, Dîcle Îto, Dicle Müftüoğlu, Dijwar Kirmashan, Dilan Babat, Dildar Aryen, Dilgeş Ruvanas, Dilyar Cizîrî, Dindar Karataş, Diren Yurtsever, Diyar Ehmed, Dr. Shlêr Qasim Husên, Durket Süren, Duygu Erol, Ehmed Balayî, Ehmed Mihemed, Ehmed Pelda, Ehmed Semîr, Ekrem Berekat, Elif Can Alkan, Emin Eren, Emîr Mihemed Talal, Emrullah Acar, Erdal Alıçpınar, Erdal Er, Erdoğan Altan, Erdoğan Zamur, Ergin Çağlar, Erhan Şeker, Erkan Gülbahçe, Esmer Tunç, Esra Solin Dal, Evîn Yûsiv, Eylem Akdağ, Eylül Deniz Yaşar, Eyüp Tan, Fahrettin Kılıç, Faruk Sakık, Fatma Çömlek, Fehim Işık, Ferat Mehmetoğlu, Ferhad Resûl, Ferhat Çelik, Ferhat Çelik, Ferman Mihemed, Fîlîz Zeyrek, Fîras Elo, Fuat Kav, Fuat Yaşar, Gökhan Altay, Gökhan Türkoğlu, Gözde Çağrı Özköse, Gülşen Koçuk, Günay Aslan, Habibe Eren, Hacı Bayram, Hakan Yalçın, Hakkı Boltan, Halide Güneş, Halil Baysoy, Halime Aktürk, Halit Ermiş, Hamdullah Kesen, Hamîd Dilbahar, Hamza Özkan, Hasan Akbaba, Hasan Orhan, Hayrettin Çelik, Hecî Rêkanî, Hekar Berfîn, Hêlîn Uzel, Hemîn Hesen, Hendrên Hewramî, Hesen Remo, Heval Arslan, Hoshyar Abdulrahman, Hüseyin Aykol, Hüseyin Dağ, Hüseyin Kalkan, İbrahim Bulak, Îbrahim Spîndarî, İdris Gürmez, İdris Kara, Îdrîs Sadîq, İdris Sayılgan, İdris Yılmaz, İlhami Erdoğan, Îsam Ebdullah, İsmet Kayhan, Jallane Neqşebendî, Kadar Îbrahîm, Kadir Güney, Kadri Esen, Karwan Resul Kerim, Karzan Alî, Kawa Nader, Kazım Polat, Kelsuma Alî, Kemal Alkaş, Kemal Dêrkî, Kemal Necîm, Kemal Reuf, Kenan Kırkaya, Kendal Cudî, Kheder Salah, Kibriye Evren, Komas Şabazî, Kosret Ahmed, Lazgîn Ehmed, Lence Xurshid, Leyla Ayaz, Lezgin Akdeniz, Lezgîn Îbrahîm, Luqman Guldivê, M. Zahit Ekinci, Mahir Üzmez, Mahsun Pehlivan, Medya Cebe, Medya Henan, Medya Üren, Mehmet Ali Ertaş, Mehmet Aslan, Mehmet Emin Mutlu, Mehmet Erol, Mehmet Şahin, Mehmet Şahin, Mehmet Şah Oruç, Mehmet Yıldırım, Memed Drews, Meryem Özgün, Mesûd Mihemed, Mexdîd Hacî, Mihemed Badilî, Mihemed Bişar, Mihsîn Ebdirehman, Mihsîn Osman, Mîrza Ronî, Muhammed Kaya, Müjdat Can, Murat Çiftçi, Murat Mang, Mustafa Yaman, Mustafa Yaman, Mustefa Alo, Münevver Karademir, Naci Kaya, Nafiye Bal, Nasyar Mistefa Elî, Nazenîn Hemed, Nazım Daştan, Nihat Kaya, Nihat Kutlu, Nişmiye Güler, Nizam Baran, Nurettin Buyuk, Nuri Akman, Nûrî Ebdurehman Umer, Oğur Ataş, Ömer Akın, Ömer Çelik, Ömer Tur, Osman Bulut, Osman Oğuz, Özgür Paksoy, Pervin Yerlikaya, Pêşrew Îsmaîl, Pınar Ural, Ramazan Ölçen, Ramazan Pekgöz, Rebaz Hesen Qadir, Rêkar Ehmed, Rênas Hajî Mihemed, Rênas Remo, Rençder Grawî, Rengin Azizoğlu, Reşad Sorgûl, Reyhan Hacıoğlu, Reza Menuçehri, Rıdvan Döner, Rizoyê Xerzî, Rojhat Bilmez, Rudy Hamî, Sabri Bölek, Sabrî Silêvanî, Sadık Topaloğlu, Safiye Alagaş, Sait Özturk, Salman Gozelyuz, Saman Neqşebendî, Sarchin Salîh, Sebahattin Gültekin, Sedat Oktaya, Sedat Yılmaz, Seîd Osman, Selam Balayî, Selîm Ferat, Selman Aslan, Semiha Alankuş, Semra Turan, Sercan Yürek, Serdar Altan, Serdar Karakoç, Serhildan Andan, Sevim Sütçü, Seydi Fırat, Seyit Evran, Shaswar Mame, Shina Faiq, Sîdar Remo, Silava Bbdulrehman, Silêman Mehemed Ehmed, Sîma Birokê, Sîpan Silo, Suleyman Tawíl, Sultan Mercen, Süphan Can, Şadî Omer Îsmaîl, Şalaw Hesen Elî, Şiyar Kara, Taha Daban, Tariq Fatih Hasan, Tolga Güney, Veysel Işık, Veysi Işık, Xelîl Mistefa Ebdurrehman, Xidir Kurdistanî, Yara Mihemed, Yaşar Eroğlu, Yeko Ardil, Yeqîn H., Yusuf Özdemir, Zagros Berwarî, Zana Denîz, Zana Sîdî, Zekeriya Güzüpek, Zeki Erdem, Zemo Ağgöz Yîgîtsoy, Zeyneb Arkewazî, Zeynel Abidin Bulut, Zeynep Durgut, Zîrek Kemal, Ziwer Şêxo.”
 

Sernavên din

22/06/2021
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye
09:02 Dirûşmeya 'Leyla Guven rûmeta me ye' wekî sûc hat hesibandin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:24 Hevserokê HDP'a Agiriyê hat berdan
21/06/2021
21:53 Derbarê partiya wê de doza girtinê tune, lê tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê lê bê birîn!
20:19 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 51 kes mirin, 5 hezar û 294 kes jî pê ketin
20:14 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê Eren Keskîn û 2 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin
20:01 Li Dersimê serdanên heyeta KCD û DBP'ê didomin
19:33 Li Samsûnê êrîşa li ser HDP'ê hat şermezarkirin
18:44 Hevserokê HDP'a Agiriyê Akar hat binçavkirin
17:18 Ciwanên Başûr: Em ê li dijî operasyonan bêdeng nemînin
17:07 'Pirsgirêka bi milyonan penaberan pirsgirêka çîna karkeran e'
16:55 Li avahiyên rêxistinên HDP’ê şîn hatin danîn û qetilkirin hat şermezarkirin
16:53 Navên 451 HDP’iyên ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin
16:03 Serlêdanên "Torên hişbirê biqetînin" dest pê kirin
15:55 Baroya Amedê: Divê penaber bên parastin
15:49 Doza têkildarî lêdana rojnamevanan hat dîtin
15:39 Li cihê lê hat qetilkirin Kuncika Denîz Poyraz çêkirin
15:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Tirkiye sûcê şer dike
14:49 Sancar: Dozgerê dozê îqtidar be wê parêzerê wê jî gel be
14:48 Şandeya YE’yê rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lêkolîn kir
14:23 31 komele û federasyonan banga têkoşîna bi HDP’ê re kirin
14:14 Di ser êrişê re 4 roj derbas bûn lê hê jî îfadeyên wan nehatine girtin!
14:09 Parlamenter Dundar: Hûn avahiyan bigirin, wê kuçe yên me bin
13:55 Akat: Di şexsê Deniz Poyraz de jin hedef girtin
13:49 TTB: Mirin dikare bi başkirina şertên xebatê were astengkirin
13:41 Endamê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê Yilmaz: Divê PDK ji şaşiyê vegere
13:39 Li Silopiya rageşiya saetên ceryanê derket
12:34 Parêzera HDP’ê Aslan: Bêyî ku têkiliyên kujer lêkolîn bikin, girtin
12:29 6 roj in çopa vê taxê nehatiye avêtin
12:19 Dayika Sêvê Demîr serdana şîna Poyraz kir
11:57 Li Stenbolê dayik û kurê xwe mirî hatin dîtin
11:44 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:42 AYM'ê îdianameya ji bo girtina HDP’ê qebûl kir
11:35 Rûniştina 6’emîn a Doza Kobanê dest pê kir
11:33 Malbata Şenyaşar banga piştevaniya hiqûqî li 81 baroyan kir
10:32 Polîs ji xizmên Poyraz re got: Em vê li cem wî nahêlin
10:32 Ji ber dişibiya kesek din bi êrişê re rûbirû ma
10:12 Hişyar Ozsoy: Çeteyên ku dewlet wan xwedî dike kujeran hildiberînin
10:05 PDK li Zagrosê amedekariya operasyonê dike
09:55 Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket
09:55 Li 19 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 207'emîn de didome
09:00 Ji bo Poyraz 5 roj in di nobetê de ne
09:00 Girtiyen di greva birçîbûnê de ji civakê çareseriyê dixwazin
09:00 Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar
09:00 Jin di xwedîderketina peymanê de bi israr in
09:00 ‘Koçberî girêdayî çareserkirina Pirsgirêka Kurd e’
09:00 Ligel Ekînciyê girtî nexweş e jî nabin nexweşxaneyê
09:00 Kana mermer heye lê rê, av û şebeke tune ye!
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'AN
20/06/2021
21:50 Li Cûdî şewata daristanê
19:23 Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li dijî êrişan banga yekitiyê kir
17:10 Motîfa kûlîlkê nedan Gergerlîoglû
17:01 Bi roketan êrişî baregeha Emerîkayê kirin
16:33 Li deşta Nasirxanê 200 donim erd şewitî
16:14 Hejmara kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
15:55 Rojnameger Akinan: Darên Zeytûnan dibirin û teytê talan dikin
15:55 Di çarçoveya dosyaya Hurmuz Dîrîl de 3 kes hatin binçavkirin
15:43 ÎHD: Sedema binpêkirinên mafên penaberan polîtîkayên cihêkariyê ne
15:27 Hevserokê YNK’ê Cengî: Divê pêşmerge neçe şerê birakujiyê
15:17 Pêşmergeyên Dêrîn bertek nîşanî operasyona artêşa tirk da
14:42 Ji 324 rojnamegerên kurd banga yekitiyê
14:19 Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
14:05 Parlementerê Iraqî: Sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya raya giştî ye
13:48 Şandeya hevpar: Tirkiye dixwaze tişta li Sûriyeyê kir li Îraqê jî bike
13:12 Demîr: Kesên hedef nîşandan û tetikkêş di heman hişmendiyê de ne
12:49 Em tundiyê frên dikin: 150 ajokarên texsiyan hatin perwerdekirin
12:33 Axaftina di navbera Ateş û Korkmaz de hat weşandin
12:05 ‘Divê em li dijî kedxwarina penaberan bi hev re têbikoşin’
11:47 Nûnerên Darazê: Hempîşeyên me biryarên şaş didin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hêviya me bi piştgiriyan mezin dibe
11:06 Di şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz de tundiya polisan
10:50 Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî hat qetilkirin
10:48 Li Panosê 5 kes hatin binçavkirin
10:43 Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye
09:57 Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
09:46 Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin
09:46 Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin
09:04 Koma 42'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:03 Dê jin dev ji Peymana Stenbolê bernedin
09:02 Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê
09:00 Serevan deyn dikin, şîrket qezenç dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
19/06/2021
23:52 Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye
23:38 Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye
23:20 Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin
22:54 Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan
22:01 Li Silêmaniyeyê êrîşa SÎHA'yan
21:37 Li Êlihê 16 kes hatin berdan
21:32 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:59 Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye?
18:42 'Peyman a me ye, em dev jê bernadin'