AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Kongreya xwe asayî ya 16’emîn li pêk anî.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Kongreya xwe ya Asayî ya 16’emîn li avahiya şaxê li dar xist. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parlamenterên HDP’ê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, rêveber û endamên ÎHD’ê, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn. Dîwana Hilbijartinê hat bijartin û Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Mehmet Emîn Aktar kongre serokatiya dîwanê kir.
JI BO GREVA BIRÇÎBÛNÊ BANG LI WEZARETÊ KIR
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo mafê mirovan bênavber didome û bang li Wezareta Dadê kir û xwest ji bo greva birçîvûnê ya li girtîgehan gav biavêje.
Peyamên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Şaredariya Amedê yê berê Osman Baydemîr û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hatin xwendin û serkeftin ji rêveberiya nû re xwestin.
‘DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINÊN MAFAN WERE’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî axivî û da zanîn divê ku dawî li binpêkirinên mafê mirovan were û divê çeteyên li Tirkiyê werin paqijkirin.
Di kongreyê de raporên xebat, kontrol û maliyê hatin xwendin.
Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Abdullah Zeytûn, Ezgî Sila Demîr, Ercan Yilmaz, Ferhat Berkpinar, Derya Yildirim, Mehmet Tahîr Saçaklidir û Yakûp Guven ji bo rêveberiyê hatin bijartin.