ENQERE - Tevî ku 30 saet di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû jî heta niha Serokkomar Erdogan û Wezîr Suleyman Soylû tu daxuyanî nedane.
Duh danê serê sibê êrişkar Onur Gencer çû avahiya HDP’ê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer Gencer endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Li gel ku 30 saet di ser bûyerê de derbas bû jî heta niha Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hêj tu daxuyanî derbarê êrişê de nedane.
Erdogan û Soylû li gel ku beşdarî bernameyan bûn jî têkildarî êrişê gotinek nekirine û behs nekirin.