Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin

  • rojane
  • 16:20 18 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em aciz in û bi hêrsin. Lê wê ev tengasî bibe firehî. Denîzek çû wê Denîz zêde bibin.” 
 
Hêrs û berteka li dijî qetilkirina Denîz Poyraz zêdetir dibe. Denîz Poyraz duh di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Poyraz bi daxuyanî û meşan hat şermezar kirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin.” 
 
WAN 
 
Meclîsa Jinan HDP’a Wanê li pêş avahiya HDP’a Wanê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Leyla Balkan daxuyanî da û got berpirsê qetilkirina Poyraz Wezîrê Karên Navxweyî û tifaqa AKP-MHP’ê ye. 
 
 
Endamên Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî li ber kargehek daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta avahiya HDP’ê meş li dar xistin. 
 
AGIRΠ
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê û navçeyên xwe jî bi meşekê qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Di meşê de dirûşm hatin berz kirin û meş li ber avahiya HDP’ê bi dawî bû. 
 
GÎRESÛN  
 
Nûnertiya HDP’ê ya Bajêr a Gîresûnê jî civîna çapemeniyê li dar xist û êrişê û qetilkirinê şermezar kirin. 
 
AMED 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên HDP’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclîsa Ciwanan Yûsûf Acar got di hedefa ewil a îqtidara faşîst de têkoşer û ciwan hene û faşîzm bi her awayî dixwaze xebatên HDP’ê îllegalîze bike û ew ê destûr nedin faşîzmê. 
 
Parlamenter Pero Dundar jî her bûyerek diqewime girêdayî hev in û revandin û gefên li dijî ciwanên wan ji vê bûyerê ne serbixwetir e. Dundar got axaftinên dayika Denîz Poyraz ji wan ferman e û ew ê gotinên dayika wê bi cih bînin. 
 
DERSIM
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê jî li Kuçeya Hunerê qetilkirina Poyraz şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ji îqtidar û şirîkê îqtidarê hêz girtiye û êriş pêk aniye. 
 
XARPÊT
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê ya Xarpêt jî têkildarî êrişî daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Veysî Saritag anî ziman ku li ser daxuyaniyên îqtidarê ev êriş pêk tên. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê protesto kir. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û gelek kes beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat gotin êriş encama siyaseta îqtidarê ye û roj roja hev girtinê ye ku li dijî faşîzmê derkevin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê Wezîrê Karên Navxweyî ji ber êrişê li tavilê îstîfa bike. 
 
HATAY 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îsekndûrana Hatayê jî qetilkirina Poyraz şeremzar kir Û hat gotin ku Denîz Poyraz rûmeta wan e. 
 
OSMANIYE
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Osmaniye jî êriş hat şeremzarkirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevgirtî hat kirin. 
 
RIHA
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyanî da û êrişa li dijî HDP’ê û qetilkirina Poyraz şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ne yek kes e û gelek kes hene. 
 
SEMSÛR
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê û navçeyên xwe jî êriş şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca daxuyanî da û roj roja xwedî derketina HDP’ê ye û hesab pirsîna ji AKP’ê ye. 
 
KOLIK
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kolika Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku HDP gel e, gel bêdeng nabe û Denîz nemirin. 
 
DÎLOK
 
Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Poyraz da. Hevseroka HDP’a Bajêr Songul Koçdag daxuyanî da. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl jî axivî û got: “Yên ku partiya me hedef nîşan didin û krîmînalîze dikin hevkarê vê cînayetê ne. Îqtidara ku AKP û MHP’ê ji bo xwe li ser pêya bigire, tiştên berê aniye serê me dîsa dixwaze bîne serê me. Em aciz in, bi hêrs in. Lê em ê van rojên tarî û teng derbas bikin û li pêşiya me firehî heye. Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin û zêdetir bikin û em bi biryar in ku bayê bakur biwezinînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
ÊLIH
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên xwe Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu got îqtidar li dijî partiya wan dijminatiyê dike. 
 
Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi awayek oranezîkirî hatiye qetilkirin û ew ê qatilan û yên ferman dane derxin holê. 
 
BISMIL 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bismila Amedê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. 
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, têkildarî qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyrazê de li navenda Şirnexê daxuyaniyê da. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girseya ku tevlî daxuyaniyê bû, wêne yên Poyrazê û kordeleya reş bi ber xwe ve kirin û alayên HDP’ê bilind kirin. Her wiha di daxuyaniyê de parkartên li ser “Denîz Poyraz Nemir e” û HDP gel e û tim li ser nigan e” nivîsandî hatin vekirin. Girseya ku li avahiya HDP’ê kom bû û xwest ber bi Meydana Omer Kabak ve bimeşe, rastî astengiya polîsan hat. Girse jî ji ber vê astengiyê dest bi çalakîya rûniştinê kir. 
 
Piştî berxwedana girseyê destûr hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag daxuyanî xwend.
 
Akdag, anî ziman ku êrîşa li dijî avahiya wan hatiye kirin, êrîşeke plankirî ye û encama alozîya bi destê îqtidarê tên kirin bi xwe ye. Akdag, diyar kir ku hedefgirtina partiya wan û êrîşa pêk hatiye ne tesadûfî ye û bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê di nav çepera HDP'ê de cih bigirin.
 
Pişt re parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî da zanîn ku ew soz didin ku ew ê daxwaza gel a ji bo azadî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê pêk bînin û wiha axivî: "Em wê alayê hilbigirin. Naxwazin demokrasî û azadî ava bibe û ji ber vî yekê berê xwe dane demên Osmaniyê. Îqtîdar xwedî zihniyetek gelek paşverû ye ku zarok û birayên xwe dikûje."
 
'DENÎZ DIHERIKIN'
 
Herî dawî parlementer  Nuran Îmîr axivî. Îmîr,  jî bal kişand ser êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û destnîşan kir ku ev êrîş tu carî bi dawî nabin. Îmîr, got: “Beriya her tiştî em jinên kurd ji ber vê êrîşê gelek xemgîn in. Hemû kes jî baş dizane ku kujerê Denîz Poyraz kî ye. Em gelek baş dizanin ku dixwazin çi peyamê bidin me. Lê belê Denîzek biçe, dê hezaran Denîz bên û biherikin her deverê welat. Tu kes nikare bayê kurdan bide sekinandin. Li dijî vê komkûjiyê em ê hêrsa xwe birêxistin bikin. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana hevalên xwe bidomînin. Agirê ku di bin demokrasiyê de hatiye pêxistin, ne bi tenê me dê we jî bişewitîne.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê domand. 
 
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “ Denîz heval nemir e” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

19/06/2021
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’