Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e

  • rojane
  • 14:57 18 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di danişînê de got: “Hêj danişîn didome, komkujiyên li ser HDP’ê berdewam dikin. Ev bûye doza komkujiyê.” Gultan Kişanak jî got: “Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e.” 
 
Danişîna Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 
 
YUKSEKDAG: DOZA PROVOKASYONÊ YE 
 
Piştî Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di danişînê de axivî û parastina xwe kir. Yuksekdag got ew Denîz Poyraz a li avahiya partiya wan Îzmîrê hat qetilkirin bi bîr tîne û got: “Ev doza em jê tê darizandin doza provokasyonê ye. Hûn di nava vê provokasyonê de dixwazin dozê bidomînin. Rûyê pêvajoya Kobanê û dozê diguherînin û niha jî rabûne provokasyonek din pêk bînin. Berpirsê vê komkujiyê ango provokasyonê Soylû, Serokkomar Erdogan û MHP ye. Ev kesên van komkujiyan didin kirinê dixwazin HDP’ê û bi milyonan gelê me bi hewldanek lîncê re rûbirû bihêlin. Me gotiye ku ev doz dozek komploy siyasî ye.” 
 
KIŞANAK: DOZ BI ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê HAT VEKIRIN 
 
Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak jî parastina xwe kir û bi bîranîna Denîz Poyraz a hat qetilkirin dest bi axaftin xwe kir. Kişanak wiha got: “Denîz wê di têkoşîna jinan de bijî. Heta dawiyê wê di têkoşîna azadiya jinan de bimîne. Wê qet û qet nikaribin jinan bêzar û bêdeng bikin. DAIŞ’ê jinên kurd revandin û firotin. Lê dîsa jî nikaribûn têkoşîna jinan bisekinînin. Ji bo tiştên li Şengalê qewimîn li Kobanê jî neqewimin me bang kir. Ev doz bi feraseta DAIŞ’ê hatiye vekirin. Û îro jî vê zîhniyetê Denîz Poyraz qetil kir. Yên ku li pey vê zîhniyetê disekinin îro me li vir didarizînin. Ev dozgerên wêrek ên vî welatî li ku ne, ew kesên dibêjin ku ez xwediyê vê dewletê me li ku ne?” 
 
‘DENÎZ WÊ DI DILÊ ME DE BIJÎ’ 
 
Kişanak destnîşan kir ku kujerê Denîz qetil kir ji Serokkomar Erdogan û SADAT’ê ceseretê digire û wiha got: “Yên ku ser vê bûyerê dixwazin bigirin, qatilan şandin ser xelkê Kobanê. Cesaretê ji vê digirin. Qatilên Denîz ev in. Qatilê Denîz tenê ne ew kes e. Em qatilên wê baş nas dikin. Yên ku destûra çeteyan didina û li Kobanê komkujî pêk dianîn, qatilên Denîz jî ew in. Yên ku vê dozê wek komployê danîne ber we, kujerên Denîz ew in. Hûn jî vê dozê qebûl dikin û dibin şirîkê vî sûcî. Hûn her roj HDP’ê hedef nîşan didin. DAIŞ ji vê dozê cesarete digire. Lê viya baş bizanibin em jinên kurd ku ji van dozan bitirsiyan û me serê xwe bitewanda em ê îro ne li vir bûna. Em heqîqeta vî welatî dizanin. Bila Denîz neyên qetilkirin. Denîz rûmeta me ye. Wê di dilê me û têkoşîna me de bijî. Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e. Serê gelê me sax be.” 
 
Piştî axaftina Yuksekdag û Kişanak, parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. 
 
Şandeyê saetek navber da danişînê. 
 
 

Sernavên din

19/06/2021
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’