ÎZMÎR - Me xwe gihand dîmek nû yê kujer Onur Gencer. Di dîmen de balkêş e ku qatil di vê germa havînê de lepik xistiye destê xwe.
Qatil Onur Gencer duh danê sibê êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê kir. Qatil Gencer di êrişê de endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Ajansa me Mezopotamyayê xwe gihand dîmenên bi qasî 14 saniyeyan ê qatil Gencer. Hat zanîn ku polîsan duh piştî bûyerê qeydên kamerayan hemû kom kiriye û jê biriye. Me xwe gihand dîmenên bi telefona esnafekî bi tesadufî hatiye girtin.
LEPIK DI DESTÊ WÎ DE YE Û SERÊ XWE XWAR KIRIYE
Onur Gencer ê qatil bi awayek serbest û bêtirs dikeve avahiya HDP’ê. Di dîmen de tê xuyakirin li gel havîn e ango germ e jî lepikê reş û çenteyek reş di destê kujer de ye û ber bi avahiyê ve diçe. Balkêş e qatil serê xwe xwar kiriye û dimeşe.